• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Wezîrê derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier geha Hewlêrê

Wezîrê derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier geha Hewlêrê


barkirin: Gelawêj 16, 2014, 12:04


Wezîrê derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier îro gihişte Hewlêrê.
Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ li ser navendên Iraqê û deverên Kurdistanê hêzên Kurd şerekî dijwar dijî çeteyên DAÎŞ dane destpêkirin. Her çend şer dijwar jî be navçeyên Kurdistanê wekî Şengalê û gelik navçeyên dîtir ji aliyê hovên DAÎŞ ve hatin dagirkirin û gelê Kurd xisareka mezin dît.
Li himber van pêşketinan gelik welatên cîhanî û hêzên navdewletî helwestên cûrbecûr diyar kirin. Ji welatên Ewrûpa jî wekî Elmanya ji bo dana çekan ji bo Hikumeta Kurdistanê gotûbêjê destpê kir û gelik welatan piştevaniya xwe ji bo Kurdan diyar kir.
Îro jî wezîrê derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier serdana Kurdistanê kir. Li gorî nûçeya Rûdawê Wezîrê derve yê Elmanya Steinmeier ragihandiye ku ewe dê hevdîtinê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bike û li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê biaxife. Bi taybet şerê Kurdan yên dijî çeteyên DAÎŞ mijara hevdîtinê ye.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku dihunê ji aliyê Angela Merkel ve jî telefon ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye û piştevaniya Elmanya ji bo şerê dijî DAÎŞ hatiye derbirîn.

 

dîtin: 133

Pêveker:

wezîrê derve elmanya frank walter steinmeier geha hewlêrê