• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
WYE; Tiştê bûyî li gorî peymanê ye

WYE; Tiştê bûyî li gorî peymanê ye


barkirin: Rezber 20, 2017, 12:33


Welaten Yekgirtî yên Emerîka ragihand ku rewşa li Iraq û Kurdistaê rû daye ne rewşekî seyre lê belê li gorî peymanê ye. 

Li gorî nûçeya Rûdawê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di konferanseke rojnamevanî de li Washington DC ragihand ku li gorî destûra Iraqê pêwîst bû çend tişt bêne cîbicîkirin, lê heya niha jî nehatine cîbicîkirin.

Nauert got: “Di destpêkê de dixwazim vê bêjim, em hemû jî ji plana Iraqê agahdar bûn. Me dizanî, Iraq dixwaze vê bike û bi eşkere jî ragihandibû. Lewma tişta ku çêbû ne tişteke ecêb bû. Hinek ji wan ne di çarçoveya destûra Iraqê de ne û hinek tişt jî di sala 2014ê de beriya hatina DAIŞê rêkeftin li ser hatibû kirin. Hinek jî hatibû gotin, ku piştî nemana DAIŞê dê Iraq vegere ser hêlên pêş 2014ê.”

Heather Nauert bal kişande ser wê yekê ku Washington hêvî dike ku aliyên Iraqî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li destûrê vegerin. 

dîtin: 297

Pêveker:

emerîka şer kurdistan iraq