• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xebateke hevbeş a rojnamevanan Belgefîma Kobanê

Xebateke hevbeş a rojnamevanan Belgefîma Kobanê


barkirin: Êlûn 29, 2015, 12:22


Di dema şerê giran de û hem jî di dema pêvajoya avakirina bajarê Kobanê de rojnamevanên ku çûbûn Kobanê, arşivên xwe kirin yek û belgefilmek hevbeş çêkirin.

Belgfîlma Kobanê di encama xebatek hevbeş ya 3-4 kesî pêk hatî ye. Yek ji wan rojanemvanan Kerem Çelîk e, navbirî derbarê belgefîlmê ji rojnameya Yeni Ozgur Politika yê re got: “Amanca me ev e ku berxwedana dîrokî neyê jibîrkirin û ji nifşekê bigehe nifşeke din, ji bo vê  hercara ku çûne Kobanê dîmenên  tomarkirî  komî ser hev kirin û anîn gel hev, buyerên ku em bûne şahidên wan, me weke arşîvekê komî  ser hev kirin û piştre biryara çêkirina belgefilmê da”.

Çelîk dibêje, berê amadekariya me ya çêkirina belgefilmê nebû, lê piştre dema me gelek bûyer  bi çavên xwe dîtin, me xebatek bi navê “Bila şoreş di tarîtiyê de nemîne” destpêkir. Me rojnamevanan di nava xwe de arşîveke hevbeş ji şoreşê çêkir”.

Navbirî derbarê armanca çêkirina belgefîlmê aghaî dan, belgefîlma Kobanê bi sê zimanan hatiye amade kirin, armanca me  jî ew bû ku rastî di tarîtiyê de nemînin: “DAIŞ’a ku cîhanê bi çavê tirsê temaşe dikir li Kobanê de hate tune kirin. Bi taybet berxwedana jinan li Kobanê zêdetir bala raya giştî ya cîhanê kişand ser xwe ”.

Çelîk dibêje: “Me şansê kişandina belgefîlma serkeftina Kobanê di cihek bê dewlet de dît. Di civakên bê dewlet de belgefîlm çêkirin li gorî şert û mercên Tirkiyê gelek asantir û kelecanek zêdetir dide mirov, li Kobanê derfeta ji bo pêşxistina têgiha sînemaya bê dewlet heye. Bila hemû rojnamevan, sinemavan û kesên karê belgefilmiyê dikin biçin Kobanê”.

15 Îlona sala 2014’ê de çekadarên Dewleta Îslamî (DAIŞ(’ê êrişî Kantona Kobanê li rojavayê Kurdistanê kirin û piştî gotinên Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan yên ‘Kobanê Ket, wê bikeve’ YPJ û YPG’ê di 27 Tîrmeha 2015’ê de serkeftina Kobanê ragihandin. Berxwedana Kobanê ya tije destanên berxwedanê bala hemû cîhanê kişand li ser xwe.

dîtin: 255

Pêveker:

xebateke hevbeş a rojnamevanan belgefîma kobanê