• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xebatên Êzdîtiyê li Gurcistanê-Hevpeyvîn li gel PÎR DÎMA | Marîna Siyabend

Xebatên Êzdîtiyê li Gurcistanê-Hevpeyvîn li gel PÎR DÎMA | Marîna Siyabend


barkirin: Nîsan 28, 2014, 8:08


(Ev hevpeyvîn û berheva bi nirx, ji malpera Mezopotamya hatiye wergirtin û berhema Marîna Siyabend e.)

Civaka êzdiyên Ermenîstanê û Gurcîstanê ji berê ber de ji hev nehatiye veqetandin. Êzdiyên herdu dewletan kêm zêde merivên hev in, hevdu nas dikin û hevalên şîn û şahiyê hev in. Derdê wan yek e, pirsgirêkên wan yek in. Ne tenê li salên Sovyetê, her wisa îro jî! Salên dawî hinek cihêbûn kete orta wan, lê dîsa jî dikarim bibêjim, dilêşên hev û hogirên hev in.

Min ji dûr ve zanibû rewşa êzdiyan li wir çawa ye. Jixwe ji rewşa me ya li Ermenîstanê pir ferq nake. Lê xebatên ku ji bo Êzdîtiyê li wir tên meşandin, li cem me Ermenîstanê mixabin nîn in. Ew xebat jî çend dilsozên Êzdîtiyê hilgirtine li ser milên xwe, di şert û mercên zor de û bi xêrnexwaziya hinek aliyan de dimeşînin.

Me berê xwe da Mala Êzdiyan. Hêja Pîr Dîma bi dilgermî me qebûl kir, xebatên Mala Êzdiyan bi me da nasîn, qala dîrok, rewş, pirsgirêk, plan û armancên Malê ji me re kir û piştre jî bi rêvebiriya wî em çûn Mala ku nuh tê çêkirin.

Ji bo vê hevdîtin û hevpeyvînê spasiya Pîr Dîma dikim.

 Pîr Dîma kî ye?

Karmendê civakî û dînî, dîrokzan û têolog Pîr Dîma di sala 1978’an de, li bajarê Tbîlîsî ku peytexta Gurcistanê ye ji dayik bûye. Piştî dibistana rûsî Înstîtûta Asiya û Afrîka ya Tbîlîsê fakûltêta Dîroka welatên Rojhilatê û pêwendiyên navneteweyî temam kiriye. Pisporê dîrokê û ola êzdiyan e. Serokê şêwirdariya Ruhaniya Êzdiyan li Gurcîstanê ye, ya ku komeleyeke dînî ye û wek rêxistineke dewletê tê hesabê. Yek ji rêvebirên Mala Êzdiyan li Tbîlîsiyê ye û êdî 4 sal in xebatên wê dimeşîne.

Pirtûkên wî:

Ser riya rast: Êzdîtî, 2003s.

Nimûneyên kultura kurdî ji mûzêxana Gurcistanê, 2007s.

Kurd li Gurcistanê, 2008s.

Êzdiyên Serhedê, 2008s.

Lalişa Nûranî- Peristgeha êzdiyan, 2008s.

Elfabeya êzdiyan, 2014s.

 

Niha jî çêkirina Mala Êzdiyan (di nav de: ziyaret û quba êzdiyan) li Tibîlîsiyê dimeşîne, ya ku wê bibe navendeke xebatên olî.
pir5

 

 

 

 

 

 

Marîna Siyabend û Pîr Dîma

 

Marîna Siyabend: Pîr Dîma, ji kerema xwe re  ewilî qala vekirina vê Mala Êzdiyan bikin. Ji kengê ve û çi kar û xebat tê de tên kirin?

 

Pîr Dîma: Nêta me ji zûda hebû maleke êzdiyan bihata ava kirin. Wî çaxî gelek komele dihatin vekirin û dadan. Ji wan yek bi ser neket, çimkî ne plan hebû, fikir wekî dinê bû. Sovyet nû hilweşiya bû û mecalên aborî tunebûn. Her kesekî çi dikaribû dikir, dinivîsî. Yanî demek hebû, rojname derdixistin: çend hejmar derdiket, paşê dîsa disekinî. Çend komele dihatin vekirin, paşê dîsa dihatin girtin. Erê, ser kaxezan hebûn, lê xebateke bi mukum û qayîm nedihate kirinê. Piştgirî tunebû û tifaq jî tunebû.

Sala 2010’an em çend kes tov bûn û me got tiştekî wisa bikin, ku ne tenê ser kaxetê be, lê encama xwe jî bigire. Damezirênerên wê xebatê Agîd Mîrzoyêv, Lîllî Safarova û ez bûm. Me bi fermî kaxetên xwe qeyd kirin û dest bi xebatê kirin. Me malpera xwe vekir (sarhad.ge), me kûrsên dersên dînî, ziman û dîrokê vekir. Me 2 caran ciwanên xwe birine Lalişê. Carekê bi alîkariya mala bavê Şêx bû, cara din jî bi alîkariya Şêx Şamo. Îsal jî eger Xwedê hez kir, emê komeke din bibin.

 

Gelek kes dixwazin herin Lalişê?

 

Erê, gelek hene. Lê em tenê wan kesan dibin, yên beşdarî van kûrsan dibin. Dersên dîn û ziman derbas dibin, îmthanên xwe didin, paşê em wan dibin.

 

Xwendevanên kûrsan gelek in?

 

Erê, her sal 15-20 zarok tên.

 

Defterên we yên dînî hene, yên ku zarok pê bixwînin?

 

Defterên me yên dînî tunene. Lê ez konspektan ji bo wan hazir dikim, heta em defteran hazir dikin.

 

Kî xebatên Mala Êzdiyan dimeşîne?

 

Serokê vê Mala Êzdiyan Egîd Mîrzoyêv e. Ez yek ji xizmetkarên vê malê me. Di Mala Êzdiyan de çend komele cih digrin: Yekîtiya Ciwanên Êzdî, Yekîtiya Jinên Êzdî û Şêwirdariya Ruhaniya Êzdiyan li Gurcîstanê. Ev yek komeleyeke dînî ye, ya ku tê hesabê wek rêxistineke dewletê. Berî du salan dewleta Gurcîstanê dînê me qebûl kiriye wek yek ji dînên fermî. Her komeleyek di nav heftiyan de roja wê heye û vir li mala êzdiyan dixebitin.

pir7

 

 

 

 

 

 

 

 

Dewleta Gurcistanê alîkariya we dike?

 

Dewlet alîkariya me nake. Tenê tiştek alîkariya dewletê bû: erdê ku niha ziyareta êzdiyan lê tê çêkirin, erzan dan me.

 

Em werin li ser ziyareta ku  niha tê çêkirin. Weku dizanim, wê ne tenê ziyaretek be. Navendeke tam e, ya ku hemû xebatên Êzdîtiyê di nav xwe de wê bihewîne. Ji aliyê kî ve tê çêkirin?Armanca wê çi ye?

 

Armanca wê parastin û xweyîkirina êzdiyan û dînê êzdiyan e.

Piştî hilweşandina Sovyetê hûn baş dizanin ku her miletek û dînek mecbûr bûn xwe bixwe xwedî bikin. Propaganda û agîtasiyona dînî dest pê bû. Mîsyonerên sektan digerin û milet weldigerînin. Êzdî jî wek civakeke sist di vî warî de, ne ziyareteke me hebû, ne navendeke me hebû, ne qubeke me hebû, û piştî Sovyetê jî ew şano û komên reqasê hemû belav bûn, tiştek nemabû. Û ew êzdiyên sist bûn, nezan bûn, înformasyona wan tunebû, rabûn derbasî ser dînên din bûn, ketin sektan. Piraniya gurcan xaçperestên ortodoks in û di mekteban de mamosta û dersdar propaganda dînê xwe dikin nav xwendkarên êzdî da. Îcar armanca vê malê û qubê ye ku ew êzdiyên welgeriyayî paşde bizivirin ser dînê xwe û yên ser dînê xwe mayî jî hê qayîm bibin.

Mala ku tê avakirin wek komplêksekê ye: tê de zala (salon) mezin wê hebe ji bona eyd û erefatan, xêr-xêratan, mektebê hebe, pirtûkxane, oda civînan û ziyaret bixwe, ji bo êzdî bikaribin duayên xwe tê de bikin. Wek kesên din diçin ber dêra xwe û mizgefta xwe, wisa jî êzdî wê bikaribin herin ber ziyareta xwe û quba xwe û dua bikin.

pir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di çiqas wext de xebatên wê xilas dibin? Êzdiyên ku bixwazin ziyareta wê bikin, ji kengê ve dikarin werin?

 

Me plan kiriye heta payîza tê xebatên wê biqedînin. Gazî Xwedê dikim hema di wî wextî de vebe. Vekirina ziyaretê jî wê bi merasîmeke mezin pêk were.

 

pir1

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Sponsoriya ziyaretê kî dike?

 

Sponsor camêrekî êzdî ye, navê wî camêrî Silêman Sîmaêv e. Wexta xebat xilas bû û me ziyaret vekir, emê nave hemû kesên alîkarî kirine bêjin.

pir3

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Em vegerin dîroka civaka êzdiyan li Gurcîstanê. Ji kengê ve li vir dimînin?

 

Cara ewil têkîlî û pêwendiyên êzdiyan bi Gurcistanê re dest pê bûne wexta Îraklî duyemîn mîrê gurcan de. Hinek çavkanî dibêjin ku wî çaxî jî êzdî hatine çûne û hinek mane jî. Lê êzdî li vir tên nîşandan piştî şerê rûs û tirkan. Wextê rûs hatin û xanetiya Êrîvanê û Gurcistanê kirin bin destê xwe, wî çaxî gelek êzdî derbasî Rûsyayê bûn. Yanî wî çaxî ne Ermenîstan û Gurcîstan bû: Rûsya qeyserî bû. Û êzdî ji Serhedê dihatin. Hinek dihatin dixebitîn Tiflîsê diçûn, hinek dihatin diman. Lê êzdî bi piranî hatine û mane piştî şerê cîhanî ya yekemîn. Bi piranî hatine û bi cî û war bûne. Salên Sovyetê mecalên baş ji bo êzdiyan çê bûn: ji bo pêşdeçûnê, ji bo xwendinê û hemû warên din de. Ez dikarim bêjim ku bo xelkên Sovêtê û êzdî jî di navda zemanekî zêrîn bû, lê konyûnktûra sîyasîye îro wisa kiriye ku ew zeman tê reş kirin û tenê bi xirabî behsê dikin. Piştî hilweşandina Sovyetê em hemû ketin halekî xirab, nijadperestiyê û nasyonalismê serê xwe rakir. Êzdiyên Sovêtê belav bûn welatên dinyayê.

Êzdiyên Ermenîstanê û Gurcîstanê me tu caran ji hev cuda nekirine. Me nedigot êzdiyên Ermenîstanê û êzdiyên Gurcistanê. Wexta Sovyetê em yek bûn. Lê vê paşwextiyê, wexta Sovyet hilweşiya, cudabûnê xuya kir.Wisa jî di aliyê mentalîtetê de. Û gelek guhertin jî çê bûn.

 

Rewşa êzdiyan li Gurcîstanê niha çawa ye? Pirsgirêk û astengiyên îroyîn çi ne?

 

Pirsgirêkên sereke wendabûna dîn e, wendabûna ziman e. Problema din kêmbûna me ye. Ne tenê ji ber helandinê: gelek derdikevin, diçin Rûsyayê û Avrûpayê. Wexta em kêm dibin, pirsa wendabûnê mezintir dibe. Em hindik dimînin, pirsa zewacê jî dibe problêm. Meriv nizane qîza xwe bide kê û ji kurê xwe re kê bixwaze. Êzdiyên paqij kêm mane. Niha gerek em bixebitin wan vegerînin. Şikir, qerara Mîr û Bavê Şêx derketiye: Êzdiyê ku ji dînê xwe derketiye û paşê fam kiriye ku şaş bûye, dikare dîsa vegere ser dînê xwe.

 

Ew qerar kengê bûye?

 

Ev di sala 2011’an de, wexta Mîr Tehsîn beg hatibû Gurcîstanê. Lê şerteke vê yekê heye: eger zewaca xwe xerab nekiribe û bi yeke/î ne êzdî re nezewicî be, dikare vegere ser dînê xwe. Em ji bo vê dixebitin û bawer bikin ku gelek vegeriyane jî. Kesên ku tên, em wext didin wan, heta ku dînê êzdîtiyê nas bikin. 2-3 hefteyên din, eger em dibînin ji dil vegeriyane, em kursên xwe berdewam dikin.

 

Zewacên ji derveyî dîn di nav êzdiyên Gurcîstanê de gelek hene?

 

Hene. Hemû deran ev tişt diqewime. Lê ne hejmareke mezin e. Hejmara mezin ew e ku dînê xwe diguherin. Û problem çi ye: dibêje ez êzdî me, lê dibe xaç stûyê xwe da bigerîne.Yanî fam nake êzdî ji Êzdîtiyê tê. Hene yên ku fam dikin û wexta dibin xaçparêz, dibêjin ez ne êzdî me. Wexta me mala êzdiyan çê kir, me çend ciwan anîn vira. Me rê ber her kesî vekiribû. Me gotibû bila ew kesên dînê xwe guhertî jî werin. Belkî vegerin ser dînê xwe. Çend ciwan hatin. Mala êzdiyan da dixebitîn. Di rojnama Mala êzdiyan da jî me kar da wan. Lê derket fikra wan ew bû ku Mala Êzdiyan bi kar bînin bo berjewendiyên xwe, lê dîsa ser riya xaçperestiyê bimînin. Mala êzdiyan xizmeta Êzdîtiyê dike û nikare xizmeta Xaçpareziyê bike. Di rastiyê de baweriya wan ne bi Xaçparêziyê tê, ne jî bi Êzdîtiyê. Xaçparêzî bo wan mode ye. Yanî yekî dibêje ez êzdî me, bal wan wek tiştekî paşdamayî ye. Ew xwe kurdên xaçparêz bi nav dikin, lê ew fam nakin ku nav civaka kurdî de jî ciyê xwe nagirin, çimkî kurd û xaçparêzî gelek dûrî hev in. Xaçparêzî ne kultura kurdan e û tucar nabe jî. Ewana  ne nav êzdiyan de wê bimînin, ne nav kurdan de û ne jî nav gurcan de.

 

Hûn dikarin problema ku êzdî li vir ji dînê xwe dûr dikevin nîşan bidin? Dînê xwe nas nakin, yan sedemên din jî hene?

 

Meriv gerek bi kompleks ser meselê xeber bide. Meriv nikare bêje maneyek yan sedemek e.

Yek: nezanîna dîn e. Ya duduyan: ew nav miletekî din de, di nav kultûreke xerîb de dijîn. Ne ziyaretek heye, ne cihek heye ciwan hev nas bikin û dînê xwe nas bikin. Ev 2-3 sal in em li vir dixebitin û me gelek tişt kir jî, lê ev têrê nake, xebat gelek pêşiya me heye. Hûn bixwe jî dibînin. Berî Mala Êzdiyan bihata çêkirinê, kesek pirsa Êzdîtiyê nedikir. Belkî cihekî yekî tiştek bigota, lê çalakî û gavên aktîv nedihatin kirin. Sedemeke din jî ew e ku zanebûna şêx û pîran têra dema îroyîn nake: nikarin gorî dema niha rê nîşanî ciwanên xwe bikin. Hinek jî emelê wan ne rast e û ev jî dibe sebebek ku hinek êzdî bêjin: binêrin ev şêx û pîr xirab in, loma em diçin ji dînê xwe derdikevin. Lê nabêjin ka keşîş çawa dijîn, mele çawa dijîn. Vê napirsin. Tenê ji xwe re maneyekê digerin. Sedema sereke jî: ev pêvajoyên dîrokî ne, pêvajoyên asîmîlasyonê diçin. Dînê xaçperestiyê bûye aletê asîmîlasyonê û miletên serdest vê baş bi kar tînin. Û em nikarin pêşiya vê yekê bigirin. Em dikarin dirêj bikin vê û nehêlin ku ew êzdiyên dixwazin êzdî bin, wenda bibin. Ev xalên herî girîng in. Gelek ciwanên êzdî hene ku dikarin sere xwe bo dînê xwe bidin.

 

Ji bo xebatên Êzdîtiyê çi gavên din tên avêtin?

 

Em rojnamê derdixin: rojname bi rûsî ye, rûpelek tenê bi kurmancî ye. Sedema vê jî ew e ku xwendevanên me bi kurmancî nikarin baş bixwînin û naxwînin jî. Berê, wexta bi elîfba kîrîlî bû, xwendina wê ji wan re hêsantir bû. Lê bi elîfba latînî ji wan re zor e. Xên ji vê em dersên dîn, ziman û dîrokê didin gêncan.

Hin kes hene, me neheq dikin. Dibêjin: mala êzdiyan dijî kurdîtiyê ye. Xêrnexwazên me hene, dixwazin nîşanî kurdan bikin ku Mala êzdiyan pirsên Êzdîtiyê pêşde dibin. Lê emê pirsên çi pêşde bibin? Eger em xebatên Êzdîtiyê dikin, ew nayê wê manê ku em dijî kurdîtiyê ne. Jixwe xebata me feydê dide kurdan û Kurdîtiyê jî, çimkî zimanê me yek e.  Hene merivên êzdî, ku xwe kurd nabînin û em gerekî hesabê xwe bi îdêntîtêta wanra jî bikin. Ev mesela îdentîtêta mirov e. Eger bi zorê ji wan re bêjin ”tu kurd î”, ewê zêde hevrikî çêbe. Ji bo me êzdîtî giring e!

 

Weku ez zanim, dîtın û naskirina we ya civaka êzdiyan ne tenê di çarçoveya Gurcistanê de ye. Hûn êzdiyên gelek  dewletan û yên ser axa xwe mane jî baş nas dikin. Pirsgirêkên wan çi ne?

 

Belê. Ez gelek nav êzdiyên Îraqê, Suriyê û Turkiyê de geriyame. Pirsgirêkên wan ne wek yên me ne. Ya me helandineke gelek xirab e. Ya wan çi ye: ew di bin destê misilmanan de nin. Ji aliyê dînî ve zilm li wan dihate kirin. Pirsgirêka din: her partiyeke kurdan wan kaşî ber bi xwe dike, evê meselê jî bêtifaqî xistiye nav wan de.

 

Lê êzdiyên Tirkiyê, yên ku niha ji sedî nod û neh li Avrûpayê dijîn, zêde neheliyane. Dikarin rewşa me û ya wan bînin ber hev?

 

Rewşa me û wan ne wek hev e. Problemên me û wan başqe ne. Ez 3 salan nav wan de jî mame. Ewana teze ji welatê xwe derketine. Em êzdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê ev dused sal in ji welatê xwe derketine. Me zemanê Sovyetê, zemanê atêîzmê, sêkulerîzme û pêşketineke mezin derbas kiriye. Û em nişkêve, piştî hilweşandina Sovyetê ketin zemanekî, ya ku ez zemanekî paşdamayî û tarî hesab dikim. Aliyê teknolojiyê de pêşketî, lê aliyê rewşenbîrî de hemû milet paşde diçin. Çimkî Sovyet aliyê rewşenbîrî de gelek pêşketî bû. Dema Sovyetê dîn însan nedikire tarîstanê. Lê niha di riya dînî de milet dikeve tarîstanê.

 

Lê bi dîtina min salên Sovyetê dînê me gelek zirar dît. Di salên Sovyetê de xebatên dînî qedexe bûn. Sîstema Sovyetê rola dîn û baweriyan di jiyana miletan de biçûktir kiribû.

 

Eger ji min bipirsin, dînê me zirar nedîtiye. Eger ne zemanê Sovyetê bûya, Êzdîtî di salên 30’î de êdî nedima. Di nav xaçparêzan de emê ji zû ve biheliyana. Ev prosesa hûn niha dibînin, di salên 40’î de êdî wê xilas bibûya. Eger ne ji Sovyetê bûya, xaçparêzan û mîsyonerên sektan wê temam êzdî welgerandana. Sîstema komûnîstan nehişt ku ewana me welgerînin, em ji aliyê dewletê dihatin parastin. Qewl û beytên me dihatin çapkirin…

 

Lê di bin navê zargotina kurdî de.

 

Belê, fam dikim. Lê dîsa jî dihat kirin. Niha em dikin, lê êzdî êdî nemane. Wî çaxî me adetên xwe xweyî dikir, şêx û pîr diçûn nav mirîdên xwe digeriyan. Rast e, sala 37’an gelek çetin bû. Hinek şikyatên şêx û pîran dikirin. Lê ez nikarim wê sîstemê neheq bikim, çimkî şerê navxweyî bû û lazim bû wî tiştî bidin sekinandin. Oldarên hemû olan jî dijî wê sîstemê bûn. Bi awayekî din nikaribûn pêşiya wan bigirtana. Çima axa û began zirar nedaye milet? Oldaran zirar nedaye milet? Ez oldarek im, lê ez dixwazim bi obyektîv bifikirim. Niha jî ez gelek nerastiyan cem oldarên hemû dînan dibînim. Milet jî aciz bûbû, diçûn gilî dikirin û didan girtinê. Lê di aliyê dîn de êzdiyan ji hikumeta Sovyetê zilm û zorî nedîtiye. Haya wan ji me tunebû. Me çawa dixwest, jiyana xwe, rê û resmên xwe derbas dikir.

 

Ez dixwazim vê pirsê ji we wek ji pîrekî, her wisa wek ji rewşenbîr û pisporekî bikim. Niha ji ber ku êzdiyên me roj bi roj kêmtir dibin, her wisa li temamiya dinyê belav bûne, gelek astengî çê bûne bi taybet ji bo zewaca wan. Ya mirîdan dîsa dimeşe, lê şêx û pîr rastî problemeke gelek mezin tên. Hinek kes, di nav wan de rewşenbîr û zaniyar jî, dibêjin bila ev her sê kaste bikaribin bi hevre zewacê pêk bînin. Hinek vê wek yek ji rêyên parastina êzdiyan dibînin. Dîtinên we li ser vê çi ne?

 

Hîmê Êzdîtiyê li ser vê yekê çê bûye. Ev wek skîlêtekê ye. Eger wê skîlêtê hilweşînî, êzdîtî jî wê hilweşe. Êzdîtî ser van tiştan ava bûye. Pêşî meriv gerek fam bike ev tişt çima û çawa ava bûye. Mirîd li şêx û pîran, şêx û pîr jî li mirîdan wek xûşk û birayên xwe dibînin. Ji bo parastina êzdiyan rê gerek bên dîtin, lê ne wisa ku her tişt ji carekê re xerab bibe. Meriv gerek rêyeke wisa bibîne ku nehele. Erê, zanayên êzdiyan û oldar dikarin ser pirsa zewacê xeberdin, ka bi çi rengî rê bibînin, çimkî ber çavan e ku struktura civaka me hêdîhêdî xirab dibe. Ser vê pirsgirêkê Civata ruhaniya bilind li Lalişê gerekî bixebite û ez bawer dikim rojekî çareyek bo vê were dîtin.

 

Gelek mirîdên me şêx û pîran ji xwe re wek nimûne dibînin. Şaştiyên wan nîşan didin û dibêjin: yên me ber wan çi ne! Yanî dîtina wan ew e ku berî her kesî tirêq gerek rast û paqij bijîn, ji bo ku em jî ji wan mînak bigirin.  

 

Wek min ji we re got, şêx û pîran ji xwe re mînak girtin wek argûmentekê bi kar tînin ji bo baweriya dînê xwe. Şêx û pîr hindik in, gişk wan nas dikin. Yek ji wan tiştekî xerab bike, milet gişk pe dihese. Hezar mirîd tiştekî bikin, belkî kesek pê nehese. Lê ev nayê wê manê ku şêx û pîr xirabiyê bikin. Şêx û pîr gerek gorî navê xwe rabin û rûnîn. Lê weku hûn zanin, vî zemanî de hemû nikarin bibin oldar. Hemû nikarin pey dînê xwe herin. Ew şêx yan pîr, yê ku pey dînê xwe naçe û wek oldar  najî, ew ne tirêq e. Ew ji mala şêx û pîran e, lê ne oldar e. Gerek wî ji xwe re nekin nimûne. Ew jî wek mirîdekî ye, wek şêx û pîr najî, tenê ji wê malê ye û hew. Oldar ew e, yê ku qewlan zane, zanebûna wî heye, pey dînê xwe diçe, eger ew xerab be, dîsa jî nayê wê manê ku Êzdîtî xerab e. Hene keşîş û mele hezar tiştên xerab dikin, lê ev nayê wê manê ku musulman û file gerek ji dînê xwe derkevin. Kesên ku oldarên êzdiyan yên ne di riya dînê xwe de destnîşan dikin, tenê sebeban digerin.

 

Ji bo perwerdekirina zarokên şêx û pîran tiştek tê kirin?

 

Yên ku dixwazin, tên vir û beşdarî kûrsên me dibin. Di nav wan de şêx û pîr jî hene. Berî hatina we li vir bûn, çûn. Em kesekî nikarin bi zor perwerde bikin.

 

Defterên olî kengê plan dikin hazir bikin?

 

Niha hemû hêz û xebata me ji bo avakirina Mala nû tê kirin. Bi xwestina xwedê ew qediya, paşê emê li ser defteran bixebitin.

 

Berî çend mehan min gotarek xwend derbarê êzdiyên Gurcîstanê de. Rewşa êzdiyên Gurcîstanê bi vî awayî dihat nîşankirin: li Gurcîstanê jiyana Êzdîtayê mirî ye û êzdî jî wek çermesoran dihelin. Li kîjan kuncê dinyayê be jî, xebera wendabûna êzdiyan dilê mirov diêşîne. Min ji bo xebatên mala Êzdiyan bihîstibû û piştî wê gotarê xwest bi çavê xwe bibînim. Va ye xebat tên kirin û nedîtina van xebatan, nedîtina hewldanên xilaskirina rewşa êzdiyan neheqîyek e.

 

Rexne tiştekî baş e, lê ew nayê wê manê ku kesek ji welatekî din here Gurcistanê, çend roja bigere û tenê bi van dîtinan rewşa civakekê binivîse. Em dixwazin rastî were nîşandan. Her kes azad e fikra xwe û dîtina xwe binivîse. Em gazinda ji kesî nakin.

 

Ji bo van xebatên we çi alîkarî yan piştgirî lazim e, ya ku we dixwest bihata kirin?

 

Eger bixwazin alîkariyê bikin, bila xwedê sihetê bide wan. Alîkarî ne tenê pere ye. Alîkarî û piştgiriya moralî ji me re lazim e. Eger alîkariyê nadin, bila xirabiyê jî nekin. Yên dijî me gelek in. Li vir nav êzdiyên Gurcîstanê de jî hinek hene. Gelek tişt xeber didin. Sponsoriya çêkirinê merivek dike. Eger dixwazin, alîkariyê bidin wî, lê heta niha 5 kesan jî nekiriye. Niha wexta Mala Êzdiyan tam çê bibe û em bi berfirehî xebatên xwe dest pê bikin, her tişt wê bê ciyê xwe. Kesên ku miqabilî me xeber didin jî, wê şerm bikin. Xwedê bila hezkirinê bike dilê wan û wê kînê ji dilê wan derxe. Protokolên mala êzdiyan tên nivîsandin. Gişk wê bibe dîrok. Mesele ew e kê çi nav pey xwe bihêle. Di dîrokê de kê çi kiriye, ew wê bimîne. Niha em di xeteriyeke mezin da ne. Pirsa helandina me li pêşiya me ye. Dewsa ku bibin tifaq, pişta hev bigirin û tiştekî çê bikin,  pey hev ketine. Ji bo vê dilê me diêşe. Ev rê dide ku yên derve rewş û hebûna me bi rengê herî xirab nîşan bidin.

 

Gotina we ya dawî: kerem bikin.

 

Em hêvî dikin ku avakirina Mala Êzdiyan zû xilas bibe, heta payîzê. Bi hezkirina xwedê emê xebatên xwe di demeke kin de dest pê bikin. Daxwaza min ev e: em bi tifaq bin, pey hev nekevin. Gerek em fam bikin ku merivên bêkêmasî tune ne. Kesê ku tiştekî nake, ew şaştiyan nake. Ji miletê me hêvî dikim dînê xwe bernedin, zimanê xwe ji bîr nekin. Bav û kalên me ji bo wî dînî serê xwe dane. Em ji welatê bav û kalên xwe ji bo Êzdîtiyê derketine, ji bo tiştek din na. Îro jî li welatên xerîb gerek em bi tifaq bin û dînê xwe baş xweyî bikin.

Hûn jî ser çavan re hatine

Gelek spas dikim ji bo vê sohbeta xweş û gotinên hêja. Ji xebatên we re serkeftinê dixwazim.

 

Hevpeyvîn: Marîna Siyabend

dîtin: 574

Pêveker:

xebatên Êzdîtiyê li gurcistanê-hevpeyvîn li gel pÎr dÎma | marîna siyabend