• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xebatên Konferansa Netewî didomin

Xebatên Konferansa Netewî didomin


barkirin: Pûşper 14, 2013, 1:03


Ji bo amadekariyên Konferansa Hewlêrê ku weke “Konferansa Netewî ya Kurd” tê binavkirin, tê payîn nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di nava vê hefteyê de li Hewlêrê bênin cem hev.

Ji bo amadekariyên Konferansa Hewlêrê ku weke “Konferansa Netewî ya Kurd” tê binavkirin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin, tê payîn nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di nava vê hefteyê de li Hewlêrê bênin cem hev. Civîna amadekariya konferansê, wê ji aliyê Hukûmeta Herêmê ya Federal ve bê organîzekirin. Der heqê mijarê de heta niha ti agahiyeke berçav li çapemeniyê nehatiye belavkirin. Lê belê li gorî kûlîsên Hewlêrê ev hevdîtin wê li ser amadekariyên konferansê be û di civînê de wê li ser dema lidarketina konferansê nîqaş bên kirin.

Çav lê ye ku Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî tevlî civîna amadekariya konferansa Netewa Kurd ya dê li Herêma Başûrê Kurdistanê pêk bê bibe.

ROJEVA KONFERANSÊ, WÊ YEKITIYA NETEWÎ Û SIYASÎ BE

Dîsa li gorî agahiyên ji kûlîsan hatin wergirtin, konferans wê bi sê rojevên bingehîn kom bibe û li ser yekitiya siyasî û netewî ya Kurdan raweste. Tê gotin, di çarçoveya vê rojevê de wê têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên navbera Kurdan û piştevaniya li her qadên jiyanê, werin nirxandin. Yek ji sedemên lidarneketina Konferansa Hewlêrê, helwesta partiyên siyasî yên mîna Partî Demkoratîk Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) dihat nîşandan. Der heqê vê mijarê de heyek ji endamên Konseya Rêveber a KCK’ê, bi rayedarên polîtburo yên YNK û lîderê Tevgera Goran Norşîrwan Mûstafa re hevdîtin kiribû û xebatên wan ên li ser konferansa netewî, di çapemeniyê de cih girtibûn.

Ji aliyê PDK’ê ve jî heta niha ji bilî daxuyaniyên li ser niyat xwe, ji rayedaran der heqê beşdariya konferansê de helwesteke zelal nehatibû nîşandan. Lê belê tê gotin, heyeta KCK’ê ya ji bo danûstandinên dîplomatîk ev demeke li Herêma Kurdistana Federal e, bi nûnerên PDK’ê re hevdîtin kirine û li ser lidarketina konferansê li hev kirine.

Çavkanî: ANF

dîtin: 269

Pêveker:

xebatên konferansa netewî didomin