• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xebatên Li Hawirdora Rojgera Kepler 90i

Xebatên Li Hawirdora Rojgera Kepler 90i


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 16, 2017, 8:55


Cara pêşin e ku ne li pergala rojê lê li pergaleke din li der û dora stêrkekî din pergaleke ji heyşt rojgeran pêk dihêt, dihêt vedîtin. Hejmara rojgerên di pergala rojê de jî heyşt heb in. Çawa di pergala rojê de rojgerên piçûk nêzikê stêrkê û yên mezin jî ji stêrkê dûr in, di wê pergalê de jî rojgerên piçûk nêzik û rojgerên mezin ji stêrkê dûr in.

Teleskopa fezayî ya bi navê Kepler heya vê gavê li hawirdora stêrka Kepler-90î vedîtina 7 heb rojgerê pêk anîbû. Ji ber ku rojgera heyştemîn ya bi navê Kepler-90i pirr piçûk e, nehatibû dîtin.

Vedîtina rojgera nû bi bernameya Googleê ya bi navê algoritmeê pêk hatiye. Bernameya çêkirî li hember bernameyên din zîrektir e û bi awayeke zelal agahiyên berfireh berhev dike û radigihîne. Dîsa li hawirdora stêrka Kepler-80ê bi teknîka nû vedîtina rojgereke din pêk hatiye. NASA duh êvarê vedîtina rojgerên nû bi civîneke çapemeniyê eşkere kiribû.

Ezmannas Andrew Vanderbrug wiha dibêje; “A rast, Kepler 90i, ne ciheke xweşik e ku meriv bi dilê xwe bixwaze biçe li wê derê, Kepler 90i kêmzêde bi qasî rojgera me mezin e û ewqas nêzikê stêrka mezin e ku germahiya li rûyê wê rojgerê li der  û dora 400 santîgratê ye.” Vandenburg berdewam dike; “Bi dîtina min dibe ku hin rojgerên din jî li hawirdora Kepler 90i diçerixin. Bi demê re em ê heyîna hin rojgerên din jî tespît bikin.” Teleskop ji sala 2009 û şûnde li Keplerê dixebite û agahiyan berhev dike.

Çavkanî: De Volkskrant

dîtin: 253

Pêveker:

zanist lêkolîn kepler 90i rojger feza