• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xelata Aştiyê pêşkêşî Kobanê û Şengalê hat kirin

Xelata Aştiyê pêşkêşî Kobanê û Şengalê hat kirin


barkirin: Rezber 14, 2014, 7:26


Aktîvîsta Aştiyê ya ji Başûrê Kurdistanê Dr. Wîdad Akrawî, Xelata Aştiyê ya qezenç kir diyarî Kobanê û Şengalê kir. Xelata bi navê “International Pfefer Peace Award” a her sal li DYA ji kesayetên li gelemperiya cîhanê li dijî biçekbûyînê têdikoş in û di rewşên şer de li hemberî îstîsmara zayendî dixebitin re tê dayîn, îsal cara yekem hêjayî jineke Kurd hat dîtin. Wîdad Adrawî, ev xelat pêşkêşî Kobanê û Şengalê kir.

Dr. Wîdad Akrewî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku rewşenbîrên Rojavayî têkoşîna li Kobanê tê meşandin bi matmayî dişopînin, bûne heyranê vê têkoşînê û destnîşan kir ku têkoşîna ji aliyê jinên Kurd ve tê dayîn, weke Kurdekê wê serbilind dike.

Akrawî wiha got: “Têkoşîna jinên Kurd a li Kobanê, Kurd bi cîhanê dan qebûlkirin. Pispor û rewşenbîrên ez nas dikim digotin, xwezî keçên me jî mîna jinên Kurd ên li Kobanê têdikoş in bûna.”

Dr. Wîdad Akrawî bang li partiyên Kurdistanî kir ku di mijara yekîtiya neteweyî de hîn bêtir bikevin nava hewldanan û ji her kesên ji bo Kurdistan û gelê Kurd têdikoşe re serketin xwest.

dîtin: 271

Pêveker:

xelata aştiyê pêşkêşî kobanê û Şengalê hat kirin