• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xelateka dîtir ji bo kurtefilmê Qêrîn

Xelateka dîtir ji bo kurtefilmê Qêrîn


barkirin: Hêzîran 21, 2014, 4:29


Kurtefilmê Qêrîn piştî pêşandana li gelek welatên cîhanê dawî li Tirkiyê jî xelatek wergirt.
Kurtefilmê ku bi derhênana Diyar Dersim û Bîlal Bulut hatî kêşandin Çîroka Dengbêjên Serhedê li ser sînorên Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê vedibêje. Kurtefilmê Kurdî ku li Mîlano, Barselona, London, Stokholm, Hamburg û Enqerê di gelik Mehrîcanan de hatî pêşandan vê carê jî li Tirkiyê kete pêşbirka filman de.
Film vê carê Xelata Derhêneriya Dîmen ya herî baş û Xelata Taybet ya Jurî ya Akademiya Setem Sînema wergirt. Ser navê derhêneriya film, derhêner, rexnegir û leyistikvanê Kurd Bîlal Bûlut xelat wergirt.

Filmê Qêrîn di berpala çiyayê Agirî de hatiye kişandin. Di film de mijara jiyana gelê herêmê ku bi rêka dengbêjiyê dengê xwe di sînoran re dighînine hev tête pêşandan. Di wateyekê de bi rêka dengbêjiyê sînor têne qetandin û deng û sitran sînoran di çirînin.
Qêrîn bi vê wateyê Kurtefilmekî hêjayî xelatên cîhanî ye.

 

001 002
Rewanbej

dîtin: 759

Pêveker:

xelateka dîtir ji bo kurtefilmê qêrîn