• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xew û Gotinên Neçê û Devpîsiya Me

Xew û Gotinên Neçê û Devpîsiya Me


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 24, 2018, 10:52


Komeke lêkolînerên Fransayî xebata xwe li ser kesên ku di xewê de diaxivibûn, pêk anîn. Lêkolînerên Fransayî bi xebata xwe vedibînin ku pirraniya kesên di xewê de diaxivibûn, gotinên neçê dikirin, û pirr zêde jî berê xwe didan yekî û sixêf û devpîsî dikirin. Dibe ku têkiliya dijûn û devpîsiya me ya di xewê de bi teoriya “xewn dîtîn, şêweyeke têkbirina tehdît û xeteriyên li ser heyîna me ye”, heye.

Kesên radikevin bêyî ku bizanin, diaxivin, lê heya a niha xebatên li ser axaftina kesên radikevin û di xewê de çi dibêjin, pêk nehatiye. Enstitûyên cihêreng yên li Fransayê xebata xwe li ser 232 kesên bi dilê xwe beşdarê lêkolînê bûne, pêk aniye. Kesên beşdar du şevên xwe di ezmûngehê de derbaz kirine û vîdyoyên kesên beşdarê lêkolînê bûne, qeyd kirine.

Ji ber ku hejmareke zêde ya mirovan her tim di xewê de naaxivin, lêkolîner kesên bi parasomniya û nexweşiyên raketinê ku di xewê de ji ber xwe ve û pirr diaxibûn, hilbijartine. Lêkolîner bi vê awayê 883 vîdyoyên ku kesên di xewê de diaxivibûn û deng derdixistin, qeyd kirine. Ji sedî pênce û neh kes dema di xewê de dengên ne ji gotinan pêk dihat, derdixistin. Di şûna peyv û gotinan de, diqêriyan, dipispisîn, xirînî û xizinî pê diketin an jî dikeniyan. Lêkolîner 3.349 peyvên fambar jî li cem xwe qeyd kirine.

Ji peyvên fambar peyva herî zêde dihat gotin, peyva “na”yê bûye û bi qasî zêdetirê çar caran, ji dema meriv şiyar e, hatibûye gotin. Ji sedî 21,4 peyvên fambar, peyvên redkirinê, û ji sedî 26 jî peyvên pirsînê bûn. Hinek ji kesên beşdar bi keseke nedîtbar û bêdeng re gotûbêjên tund pêk dianîn ku dema kesê nedîtbar û bêdeng diaxivibû, kesên beşdar bêdeng diman.

Pirraniya kesên di xewê de diaxivibûn, gotinên neçê û ne li rê dikirin. Ji sedî 9,7 kes rasterast gotinên xerab û devpisî dikirin, û peyva “fuck you” bi qasî zêdetirê 800 caran, ji dema meriv şiyar e, hatibûye gotin. Peyvên pîs û xerab bi taybetî di merhaleya raketinê ya bi navê “rapid eye movementê” de, ji bo sivikkirin û reşkirinê, û nifir jî ne di wê merhaleyê de dihatin kirin.

Ji sedî 12,9 kes bi zimaneke sade û paqij û hevokên rast û li gor qaîdeyên rêzimanî diaxivibûn. Bi vê jî diyar dibe ku mêjiyê kesên di xewê de ne û diaxivin, û mêjiyê kesên şiyar in bi heman şêweyê dixebitin.

Lêkolîner diyar dikin ku sebeba axaftina me ya di xewê de û çima em di xewê de gotinên neçê û xerab dikin, nediyar e. Lê dibe ku têkiliya gotinên me yên xerab û teoriya “xewn dîtin, şêweyeke têkbirina tehdît û xeteriyên li ser heyîna me ye, hebe û dikare sebeba em çima gotinên neçê û xerab dikin, vebêje.

Çavkanî: Kovara Sleep

dîtin: 255

Pêveker:

zanist xew devpîsî lêkolîn axaftin