• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xwediya Zengila Zêrîn, Eylem Dêrikî

Xwediya Zengila Zêrîn, Eylem Dêrikî


barkirin: Gelarêzan 21, 2015, 11:45


EGÎD ÇOLI-REWANBEJ
Hunermenda kurd Aylem dêrikî,yek ji hunermendên ciwan e di Rojavayê Kurdistan de,ew niha li welatê Elmaniya dijî,bi tevî biçûkbûna temenê wê xwediya zengeloka zêrîn e di warê Hunerî de.
Aylem di sala 1997’an de li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistan ji dayikbûye û ev nêzî sal û nîvekê ye ku ew li Elmaniya jiyan dike.

Dema em li ser torên civakî bi eylem re axivîn me ev pirs jê kirin:
-Tu ji kîjan demê istiranan dibêje?
Ji zaroktiya xwe ve ez distirêm,min xebatên Hunerî li bajarê xwe dikir,yekem car di cejna Newroza sala 2009’an de min fermî li beramberî gel istiran gotin
-Te çawa ji mozîkê hezkir,bi taybet stranbêjî?
Ji ber ku piraniya malbata min stranbêj û sazvanin,hestê wan gihişte min jî,ez di nava malbatekê de xwedî bûme ku bavê min,meta min,du apê min pîrka min stranbêj bûn,herwiha du brayên min mozîkavanin,ji ber wê min jî dixwest ku ez jî istiranan bêjim.
-kê bêhtir moral da te ku tu bistirê?
Malbatê tevdî min teşcî,i dikir,lê Kesê ku bêhtir moral da min û ez teşcî,I kirim ku ez bibim hunermend,Dayika min bû.
Bi tevî biçûkbûna temenê min jî,tu caran ne dixwest ku ez dûrî Hunerê bikevim
-Aylem tu bi kîjan Hunermendî bêhtir bandor bû?
Rastî ez tim dibêjim ku ez nikarim bi hunermendekî bandor bibim,di nêrîna min de ku tu hunermend tam sed ji sedî tune ye,eger ku hebe jî wê ne hemû istiran û hestên wî/ê bigihên dilê min.
-Te di despêkê de çawa istiran ji xwe re hildibijartin?
Despêkê dayika min istiran ji min re hildibijartin û min ezber dikirin û min digotin,wekî din ez ji xwe re hildibijêrim û xwe li gor hestê istiranê û gotinên wê,eyar dikim.
-Heya niha çi berhemên te hene?
Heya niha du istiranên min hene,yek bi navê” ji kenê te pir hezdikim” ya din jî bi navê “YPG hêza dilan”e.
Herwiha gelek projeyên min di pêşerojê de hene.
-Te bêhtir istiranê kîjan hunermendî/ê gotine?
Ez zêdetir ji istiranên hunermend Mihemed Şêxo hezdikim,min gelek istiranên wî gotine,ji ber ku ew ji her hunermendekî/ê cudaye.
Lê di haman demê de min istiranê hunermend Aram Tîgran û Sosin jî gotine.
-Heya niha di jiyana tenî hunerî de,çi pirsgirêk hatine pêşiya te?
Yenî gereke ku hunermend tu caran nebêje ku ez rastî pirsgirêkan têm,ji ber dibe ku kesê hunermend ji tunebûnê hebûnê çêbike,ez jî wek hunermend dibêjim heya niha ez rastî tu pirsgirêkan nehatime.
-Aylem tu dikare ji min sedema çûna xwenî Ewropa bêje?
Bi rastî heya niha ez rojekê li Ewropa kêfxweş ne bûme û nabim jî,lê hindek meseleyên taybet bı mın ve,ku ez nikarim bêjim bûne sedem,yek ji van meselan jî min dixwest ku ez xwendina xwe dewam bikim,ji ber wê ez hatim Ewropa.
-Axaftina tenî dawî jib û rewşa mozîka kurdî û hunermendên kurd çi ye?
Mozîka kurdî di asteke baş de ye,ku niha li ewropa jî çand û kultura Kurdî,hêdî hêdî belav dibe.
Ji bo hunermendên kurd jî ez dibêjim ku Kurdistan di rewşeke giring de ye,pêwîste hunermendên me jî li gor vê rewşê tevbigerin.

Di dema guftogoya me bi hevre Aylem Dêrikî tiştekî balkêş ji min re got.
Dêrikî got ku ez pir li kulturên cuda cuda gudardikim,bi taybet kulturên Erebî,Turkî û Farisî.
Aylem Dêrikî li Gîtarê dide,niha jî xwe fêrî Piyano dike.

Kurdish Singer-Eylem Deriki-Rewanbej 12234946_1656225181301096_7152601941011449363_n 10923399_1539706056286343_3778416973581947097_n 12270154_641170232652093_187057222_n

dîtin: 1438

Pêveker:

xwediya zengila zêrîn eylem dêrikî