• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xwekujên Boko Haramê yên zarok zêde dibin: Di sala 2017'an de 83 zarok hatin bikaranîn

Xwekujên Boko Haramê yên zarok zêde dibin: Di sala 2017'an de 83 zarok hatin bikaranîn


barkirin: Gelawêj 23, 2017, 11:22


Neteweyên Yekbûyî der barê rêxistina Boko Haramê de daxûyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bakurê rojhilatê Nîjeryayê rêxstina Boko Haramê hejmara zarokên ku wekî xwekuj bi kar dianî, zêde kiriye.

Neteweyên Yekbûyî Weqfa Alîkariyê ya Zarokan (UNICEF) da xuyakirin ku bi tenê di sala 2017'an de 83 zarok wekî xwekuj hatin bikaranîn. Ev hejmar li gorî sala 2016'an ên zarokên xwekuj çar qat zêdetir e.

UNICEF'ê diyar kir ku ev şêweyê ku rêxistina Bokoharam bi kar tîne ne taktîk e, ev wehşet e û hovîtî ye. Zarok ne endamên wan in, lê her yek ji ber kiryarên wan mexdûr bûne.

NY'yê da xuyakirin ku li bakurê rojhilatê Nîjeryayê ji sala 2014'an heta niha 127 zarok wekî xwekuj hatine bikaranîn.

Beriya niha jî Rêxistina Îslamî ya Boko Haramê keçên ku diçûn dibistanê revandibûn û bi zorê leşkerî bi zarokên kur dabû kirin.

Herî dawî jî bombeyek bi pitikê ve girêdan û dan destê zarokekî ji bo biteqîne.

dîtin: 240

Pêveker:

boko haram zarokên xwekuj terorîstên boko haramê nûçeyên boko haramê