• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Yekîtiya Ewropa: Kobanê berxwedan nîşanî tevahî dinyayê da!

Yekîtiya Ewropa: Kobanê berxwedan nîşanî tevahî dinyayê da!


barkirin: Rezber 11, 2014, 10:48


Yekîtiya Ewropa (YE) diyar kir ji bo Kobanê û Rojavayê Kurdistanê pir bi fikarin û wiha got: “Niştecihên Kobanê ji bo parastina mafên xwe yên bingehîn û nirxên xwe biryardariya bikaranîna hemû rêbaz û berxwedana li hemberî zilmê nîşanî hêza navneteweyî daye.”

Nûnerê Bilind ê Karên Derve yê YE Catherîne Ashton di daxuyaniya der barê Kobanê kir de wiha got: “Em di mijara ewlehî û rewşa însanî ya Kobanê û herêmên din ên Kurdan ên li Sûriyeyê de hatine îlankirin pir bi fikarin.”

Ashton wiha dewam kir: “Niştecihên Kobanê ji bo parastina mafên xwe yên bingehîn û nirxên xwe biryardariya bikaranîna  hemû rêbaz û berxwedana li hemberî zilmê nîşanî hêza navneteweyî daye.”  

Ashton diyar kir ku YE; Koma Dewleta Îslamî û êrîşa li ser Kobanê bi tundî şermezar dike û di lîstina rola têkoşîna dij Dewleta Îslamî de bi temamî bi biryar e û wiha dewam kir: “Divê YE û Tirkiye bi şîrîkên xwe yên herêmî û navneteweyî re ji bo astengkirina tehdîta Dewleta Îslamî û rawestandina wê hîn zêdetir hevkariyê bikin.”

Ashton diyar kir ji bo hewldanên dîplomatîk ên Nûnerê Taybet ê NY ê Sûriyeyê Staffan de Mistura ji bo li Sûriyeyê çareseriya siyasî wê bi temamî destek bikin.

Staffan de Mistura di civîna roja Înê li Cenevre de fikara xwe ya dibe ku komkujiyeke nû rû bide anîbû ziman û ji Tirkiyeyê xwestibû destûr bide da ku hêzên Kurd “li gel ekîpmanên pêwîst” ji bo parastina Kobanê derbas bibin.

ALIYÊN YE DAWETÎ DIYALOGÊ KIR

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropa de hat ragihandin ku ji bûyerên  di 6’ê Cotmehê li Tirkiyeyê û Kurdistanê rû dan û li gor daxuyaniyên fermî di mijara “bûyerên tundî” û “windahiya can” de herî kêm 35 bajaran digire nava xwe  “pir bi fikarin” û “hemû alî vexwendin diyalogê”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku YE ji bo herêmê “li ser detayên planeke girîng a nû ya alîkariyê dixebite.”

ANF

dîtin: 412

Pêveker:

yekîtiya ewropa kobanê berxwedan nîşanî tevahî dinyayê da