• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Yilmezê min…

Yilmezê min…


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Pûşper 24, 2014, 10:21


Ev çend roj in hevaleke Yilmaz Guney dihat gel min. Navê wî Suayîp bû. Ew bi xwe him derhêner, him jî nivîskarekî hêja ye. Bi gotûbêjên dûvdirêj em gelekî nêzikî hev bûn. Di derbarê Yimaz Guney de tiştê ku bilî wî kes nizane ji min re gotin. Ez gelekî hestyar bûm.

 

Gava ez zaro bûm dotmameke min çend salê carekê ji Cizîrê dihate Stenbolê gel me. Wêya timî ji min re digot ‘Çîrkîn Kral’ (Keyserê kirêt). Gava didît ez hêrs dibim digot: ‘Ez tiştekî xirab nabêjim ji te re, navê derhênerekî hêja ye’. Ez di zaroktiya xwe de zêde nediaxifîm, zêde nedikenîm û awirên min tûj bûn. Lewma ev nav li min kiribû.

 

Di 11-12 saliya min de êdî stîkir-fotoyên wî li ser dolabê min, li ser duçerxeya min ve pêvekirî bûn. Min jê hezdikir, nêzî xwe hîs dikir. Pêşî fîlmê wî ‘Arkadaş’(Heval) min temaşekir, dû re ‘Vurguncular’(Talangeran), ‘Umutsuzlar’(Bêhêviyan)… hwd min wan fîlman ji televîzyonê temaşekir. Lê hîn min wî baş nasnedikir!

Belê; piştî ku xweha min Aze min li Taksîmê bire sînamê, min ew roj Yilmaz Guney bêhtir naskir. Piştî nizam çend salan fîlma ‘Suru’ (Kerî) qedexa li ser rabû bû. Bêriya ku fîlm dest pê bikira xweha min bi kurtasî hinekî derbarê fîlm û Yilmaz Guney de zanyarî dane min.

Di fîlm de Şivan gelekî hij hevjîna xwe Bêrîvanê dikit. Lêbelê Bêrîvan nexweş e, ji ber ku malbata wê ji eşîra dijmin e ne bi dilê malbata Şivan e. Bêrîvan nexweşe û pêdiviya wê bi bijîşk û derman heye. Ji vê yekê Şivan neçar dimîne keriyê xwe yê pez dibe Enqerê. Dakû pere qezinc bike jina xwe bibe bijîşk…

Fîlmê ‘Kerî’ gelekî bandor li min kiribû. Min digot: ‘Ezê jî Bêrîvanekê hez bikim, dinya li serê min rabe dev jê bernedim. Û heta heta bikim çira dilê xwe.

Dema ez diçûm lîseyê klûba me ya kişikê(şetrenc) hebû. Li hola mezin ya dibistanê pêşbaziya kişikê dihate lidarxistin , gelekî bi kelecanî dihate pêşwazîkirin. Ez carna dibûm dûwemîn, carna sêyemîn lê hevalê min Onurê Dêrsimî timî dibû yekemîn di pêşbaziya kişikê de.

Piştî dersên me li dibistanê diqediya gelek caran em nediçûn malê; li klûba kişikê hetanî êvarî me ji xwe re kişik dilîst, pêngavên cûrbecûr dinirxandin, bargiranîya rojê ji stûyê xwe diavêtin.

Rojekê cîgirê gerînendeyê dibistanê ji me re got:

-‘Min poleke nû ji bo klûba kişikê amade kiriye lê pêwiste hun tim xwedî lê derkevin, heta hûnê tiştna bixemilînin, tiştinan ji cem xwe bibin wira bicî bikin…’

Hinek kes kulîlk, portreyên xwezayê, saet… anîbûn. Min jî wêneyeke bi dilê xwe yê Yilmaz Guney ku min çarçowe kiribû bi dîwarê klubê ve kir.

Bû sibe; di dersê de cîgirê midûr ez bang kirime jûra xwe.

Got: -‘Rûne!.. Min digot qey tu kesekî di hedê xwe de yî û bi xwedî çandî, min wer dizanî ku te ji malbatê kevneşopin wergirtine lê te ez şaşwaz hiştim.’

Min matmayî pirs jê kir:

-‘Xêr e mamoste min çi şaşî, bêrûmetî kiriye?’

Bê axaftin li nîvê çavê min nihêrî û got:

-‘Te wêneya Yilmaz Guneyî daleqandiye li pêş çavê herkesî hê jî qebehata xwe dipirsî!?’

-‘We gotibû jûra kişikê bixemilînin!..’

-‘Min got belê… lê min negot wêneya kesekî qumînîst, terorî û metirsî bîne! Nebêje, min nedinasî!’

-‘Belê nasdikim çend fîlmê wî yên li ser pirsgirêkên civakê min temaşe kiriye lê min tu teror têde nedîtiye!’

-‘Ez bavê te, xwehên te nasdikim û te didim ber xatirê wan. Careke din tişteke welê nebînim!’

Min deng nekir lê jê hêrs bûm; ji jûrê derketim. Têgihiştim ku min hê Yilmaz Guney têra xwe nenasiye. Tiştê ku ez dihizirîm jê wirdetir e. Dû re ketim pey cd yên fîlmê wî ku li serê sûkê qorsanê wan têra xwe dihate firotin.

‘Bavo’ ez giriyandim lê ‘Rê’ şiqameke rastiyê, şiyarbûna xewneke şêrîn bû ji bo min.

Piştî salên bihûrî çarenivîsê dîsan Yilmaz Guney derxist pêşiya min. Nivîskar Çiya Mazî min bi keseke navê wî Suayîp Adlîg re da nasîn. Awirên wî, tevgerên wî cûda bûn, ne dişibiya kesekî din. Him bibiryarbûn him jî giraniya jiyanê di çavên wî de dixûya.

Her ku me ardû avêtin gotûbêja xwe me hevdû baştir nasî. Her ku me deriyên kerbên xwe vekirin me gelek êşên hevpar dîtin. Bi Keyserê kirêt (Çîrkîn Kral) re gelekî wext bihorandiye, rêhevaltî kiriye, dixwaze ku bîranîn û tevgerên Yilmaz Guney timî li ser stûna pêşberî mirovan bihêle. Min gelek pirs di derbarê Yilmaz Guney de jê pirsîn wî jî bi dilnizmî bersivandin.

Qala; Guney Hanê ku cihê ofîsa wan li wir bû, rojên xwe yê tengî-dijwarî, wek lehengekî bê mînak Yilmaz Guney… Gelek aliyên wî veşartî, gelek bîranînên xwe li gel wî bi min re parve kirin.

Got: ‘Gava ew dikete kulana îstîklalê qelebalixê ji çep û rast herdu şeqî ve rê vedikir. Gelekî jê fedî dikirin… Gava dimeşî herkesî dizanî ev zilam ji bo her surprîzî amade ye. Û rojên hepsê, penaberiya wî…’

 

Gulan 2014 Şivan Zeren

 

dîtin: 745

Pêveker:

yilmezê min