• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YNK biryara xwe ya beşdarbûna hikûmetê aşkare dike

YNK biryara xwe ya beşdarbûna hikûmetê aşkare dike


barkirin: Rezber 3, 2013, 7:05


Berpirsekê paye bilind yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK diyar kir ku dê roja Şemiyê partiya wan bi civîna endamên serkirde biryara xwe ya beşdarbûn an jî nebûna hikûmeta herêma Kurdistanê aşkira bike.

Endamê serkirdetiya YNK Ferîd Eseserd ji bo rojnameya Şarqilewset ragehand ku partiya wan ti nêrînekê li ser reşnivîsa destûra parlamenê jî diyar nake heta ev civîn nehête pêkanîn. Ferîd Eseserd diyar kir ku YNK biryara xwe ya dawî dê bide ka beşdarê koalîsyonê dibe yan dibe hêza opozîsyonê.

Der barê destûr de jî Ferîd Eseserd got ku vegera reşnivîsa destûrê ya ji bo parlamenê ew saz nakin û da zanîn ku tevahiya endamên serkirdetiya YNK jî di vê mijarê de hemfikirin. Eseserd daxuyand ku ew di vê mijarê de ti fişarekê jî qebûl nakin û rewş vê yekê ji YNK bixwaze jî ew başdarê desthiladariyê nabin.

 

dîtin: 97

Pêveker:

ynk biryara xwe ya beşdarbûna hikûmetê aşkare dike