• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YNK ji pişka xwe ya hikûmeta nû de ne razî ye

YNK ji pişka xwe ya hikûmeta nû de ne razî ye


barkirin: Nîsan 19, 2014, 6:56


Serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Dr. Berhem Salih diyar kir ku ew weke YNK ji bo avakirina kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, postên ku ji wan re hatine diyar kirin qebûl nakin.

Li herêma Kurdistanê danûstandinên li ser avakirina hikûmeta heştem berdewam dikin lê heta niha alî bi temamî ji postên xwe razî nebûne. Piştî ku PDK û Tevgera Goran li gel Komele Îslamî ji bo avakirina hikûmetê li hev kirin vê carê YNK nerazîbûna xwe li hember postên ji bo wan hatiye diyar kirin, der birî.

Çav li rêye ku sûbe şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê ji bo danûstandinan li hev bicivin. Lê li gorî nûçeya malpera fermî ya YNKê, serokê şanda pêkanîna hikûmetê ya YNK ê Dr. Berhem Salih ragihandiye ku ew postên ku ji bo YNK hatine diyarkirin, qebûl nakin.

Nûçe dibêje Dr. Berhem Salih gotiye ku heta niha wan biryar nedaye ka dê beşdarî hikûmetê bibin yan jî bibin opozîsyon.

Li gorî rêkeftinên dawiyê wezareên ku dane YNK ev in: Cîgirê Serokwezîr, Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, Wezareta Xwendina Bilind, Wezareta Tenduristiyê…

Eve heft mehin li herêma Kurdistanê hilbijartin pêk hatine lê heta niha jî hikûmeta nû pêk nehatiye.

 

dîtin: 160

Pêveker:

ynk ji pişka xwe ya hikûmeta de ne razî ye