• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YPG: 30 çeteyên DAIŞ hatin kuştin

YPG: 30 çeteyên DAIŞ hatin kuştin


barkirin: Hêzîran 6, 2015, 5:43


Şervanên YPG/YPJ`ê li herêma Serêkaniyê operasyonek berfereh li dijî çeteyên DAIŞ`ê lidar xistin û têde 30 çete hatin kuştin û hejmarek cebilxane jî hatiye desteser kirinê.

Navenda ragihandina YPG bi daxuyaniyeke nivîsîk ku wêneyek ketiye destê rewanbêj têde hatiye ku: Hêzên YPG/YPJ`ê duh 5/6/2015 li herêma Serêkaniyê bi operasyoneke berfereh de gundên Şemmas, Hesna ya Rojhilat, mezraayên El Katum, Ebû Elî û 2 mezrayên din ji destê çeteyan rizgar kirin. Di wî şerî maşînekî leşkerî, 5 kleş û hejmarek cebilxane ruxandin. Her weha 21 endame çeteyan hatiye kuştin û termê 10 çeteyan ketiye destê şervanan.
Her şeva borî komên çeteyan hewldan li hember gundên Hiweyş û Til Haydar a dikeve başûr-rojhilate Til Berak êrîşek lidarbixin lê belê rastî êrişa şervanên YPG/YPJ hatin û di şer û pevçunên derketî de 9 çete hatine kuştin û 4 çete jî hatine birîndar kirin.
Her weha di şer û pevçûnan de hejmarek zor ji çek û teqemenî ketiye destê şervanan.

dîtin: 205

Pêveker:

ypg 30 çeteyên daiŞ hatin kuştin