• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YPG: Komîteya amadekar ji bo hatina Rojava pêwendî digel me de nekiriye

YPG: Komîteya amadekar ji bo hatina Rojava pêwendî digel me de nekiriye


barkirin: Gelawêj 17, 2013, 5:07


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi civînekî çapemeniyê der barê encamên şerên li Rojava civînek çapemeniyê pêk anî. YPG daxuyand ku Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî jî ji bo hatina Rojava pêwendî digel wan de nekirine û nûçeyên ku dibêjin YPG’ê destûra komîteyê nedaye jî ne rastin.

Berdevkê fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl bi civîneke çapemeniyê, encamên şerê mehekê yê li Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re eşkere kir. Rêdûr Xelîl di civînê de da zanîn ku di van şerên mehekê de bi tenê ne Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra, gelek tabûrên Artêşa Azad û ketîbê di bin banê Artêşa Azad yên wek Azadî girêdayî Partiya Azadî jî hene. Xelîl diyar kir ku 800 zêdetir çekdarên komên El Nusra/Artêşa Azad hatine kuştin û bi sedan jî hatine birîndar kirin. Xelîl da xuyakirin ku di heman şeran de 80 şervanê wan jiyana xwe ji dest dane.

700 kesên medenî hatine revandin

Xelîl da zanîn ku bi dehan sivîl li hêrêma Til Eran, Til Hasil û Ezazê hatine qetil kirin, lê agahiyê zelal negihiştine destê wan. Xelîl got ku li gor agahiyên gihaştiye destê wan 700 kurdên sivîl ji aliyê wan hêzan hatine revandin û birine cihên ne diyar.

Komîteya Amadekar Pêwendî li gel wan nekiriye

Berdevkê fermî yê YPG’ê diyar kir di hinek dezgehên çapemeniyê de hatiye îdîakirin ku wan nehiştiye Şandeya Komîteya Amadekar a Kongra Netewî bihête Rojava. Xelîl got ku rastiya wan nûçeyan tuneye û heta niha Komîteya Amadekar bi wan re neketiya nava têkiliyan. Heta niha agahiyek fermî negihaştiye destê wan ka gelo dê şande bihêt yan nehêt. Xelîl dest nîşan kir ku  ew wek YPG’ê pêşniyara Serokê Herema Kurdistan Mesud Barzanî ya bila Şandeyekî bê avakirin ku biçin ka gelo li Rojavayê Kurdistanê bi rastî komkujî pêk hatine, wek gumana li ser rastiya komkujiyan çê dike, dibînin û rexne dikin.

Xelîl li ser armanca êrîşan dazanîn ku, Dewleta Îslamî a Iraq û Bîlad El Şam/ Cephet El Nusra ev demeke dixwaze li Rojavaya Kurdistan Emîrtiyek Îslamî îlan bikin. Ji ber wê êrîşî heremê Kurdan dikin. Artêşa Azad jî heta niha hebûna Kurdan wek netew, ax qebûl nake.

dîtin: 327

Pêveker:

ypg komîteya amadekar ji bo hatina rojava pêwendî digel me de nekiriye