• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YPG’ê agirbesta cejnê bi dawî kir

YPG’ê agirbesta cejnê bi dawî kir


barkirin: Gelawêj 10, 2013, 7:06


Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyand ku wan li ser daxwaza hind hêzên niştimanî, demokrat û dostan, her wiha li gor kevneşopiyên civakê di 3 rojên Cejna Remezanê de agirbest îlan kiribû, lê komên çete êrîşên xwe yên li dij exlaqî domandine, lewre agirbest bi dawî bûye. YPG’ê diyar kir ku ew ê bersiva êrîşan bidin, berpirsyariya encaman jî ya êrîşkaran e û ji derdorên daxwaza agirbestê kiribûn, xwest ku li dijî êrîşan helwestê nîşan bidin.

Fermandariya Giştî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di demeke ku Sûriye rewşek hessas dijî de, komên Îslamî yên radîkal ên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra dixwazin welat ber bi rewşek dijwartir ve bibin, lewre jî pêkanînên li dijî exlaq û baweriyan pêk tînin û dixwazin şerê Kurd û ereban derxin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li vê yekê jî, YPG’ê li ser daxwaza hinek hêzên niştimanî, demokrat û dostên xwe, kevneşopiyên herêmê jî li ber çavan girtine û ji bo 3 rojên Cejna Remezanê agirbest îlan kiriye, lê van hêzên tarî êrîşên xwe domandine û wiha hat domandin:  “Ji bilî hêzên YPG’ê welatiyên sivîl jî hedef girtine, heta ev pêkanînên xwe gihandine êrîşên întîxarî, lê hêzên me û Asayîşê tedbîr girtin û pêşîya komkujiyan girt. Her wiha van hêzan bi alîkariya çete û xayînên Kurd, qetilkirina sivilan kiriye hedef.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî agirbestê jî van koman êrîşên xwe domandine û ev jî dikeve xizmeta hêzên tarî yên ku dixwazin di nava pêkhateyên welat de tevlîheviyê derxin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên van koman gihiştine asteke ku êdî tehemûla wê nayê kirin, lewre jî agirbesta ji bo 3 rojan hatibû îlankirin, bi dawî bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG wê bersiva hemû êrîşan bide û hemû herêmê biparêzin, berpirsyariya encamên ku dê derkevin holê jî, wê ya van komên êrîşkar be û ev bang li derdorên ku agirbest xwestine hate kirin:  “Em ji hêzên niştimanî, demokrat û dost ên ku agirbest ji daxwaz kiribû, dixwazin ku helwestê nîşan bidin.”

Jêder ANHA

dîtin: 380

Pêveker:

ypg