• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zana: Li şûna ciwanan em dimirin

Zana: Li şûna ciwanan em dimirin


barkirin: Êlûn 10, 2015, 12:00


Zana: Li şûna ciwanan em birmirin çêtire

 

Heyeta parlemantarên HDP’ê ku ji bo sekinandina terora dewleta Tirk li Cizîrê, du roj in tevî astengiyan, meşa xwe ya ber bi navçeyê ve didomîne.

Îro 10ê Îlonê parlamentera HDP’ê ya Agiriyê, Leyla Zana li ser navê heyeta HDP’ê li Hezexê daxuyaniyek da û banga sekinandina şer û mirinan kir.

Zana di beşeke axiftina xwe de got, “Ruhê berxwedanê yê li Cizîrê tucarî neşikest, îro jî neşikê.”

 

Tirk Kurdan qebûl nakin

Zana derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de got, “Pêvajoyeke diyalogê hebû. Birêz Ocalan li Îmraliyê, hevalên me, xwişk û birayên me yên li Qendîlê û koma me ya li parlamentê mûxatab hatin girtin. Lê dewletê hertim hewla mijûlkirin û xapandina Kurdan da”.

 

Dê dest bi greva birçîbûnê bikim

Zana di beşeke din ya axiftina xwe de got: “li şûna ciwan em bimirin çêtire. Min biryar daye; ger em nikaribin pêşiya mirinan bigirin, wê çaxê ez dê dest bi rojiya mirinê bikim û dê vê biryarê heta dawiyê bidomînim. Bi  bihîstina xebera, ji bo bêhn nekeve cenazeyê keça wê cenaze xistiye sarincê û bi mirina pitika 35 rojî, ruhê min jî mir”.

dîtin: 503

Pêveker:

zana: li şûna ciwanan em dimirin