• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zanist, Determînîzm û Davîd Hume

Zanist, Determînîzm û Davîd Hume


nivîskar: Alî Gurdilî
barkirin: Rêbendan 28, 2014, 1:52


Zanist, yek ji wan awayê/rêbaza mirovî ya şirovekirin û ravekirina xweza, gerdûn, cîhan, dinya û civakê ye. Zanist, di pêvajoya pêşveçûna zêhna mirovî de, konaxa herî dawî ye. Piştî konaxa zanistê, tê gotin ku dê qonaxa nû ya pêşveçûna zêhna mirovî/ramanî, qonaxa ‘Zanista Nû’ be. Zanista kevin, wiha diparast ku zagonên zanistî, misoger/neguhêrbar in û heta hetayê dê wisa bimînin.

Ji dewra Yewnana Kevnare ve, ku cara yekemîn ji aliyê Demokrîtosî (1) ve hatibû parastin/gotin; wisa dihat bawerkirin ku atom perçeyê herî biçûk ê madeyê ye û ev perçeyê herî biçûk, nikare were perçekirin. Lê piştre, şewqa lazerê hate dîtin û bi quweta vê şewqê, ew perçeyê herî biçûk yê hûrik jî, hate perçekirin. Niha, di zanistên xwezayî de, êdî wiha bawer dikin ku ew perçeyê herî biçûk jî dikare perçe bibe. Herweha, zagonên zanistî êdî ne zagonên neguhêrbar/misoger in û mirovî nikare bibêje ku dê heta hetayê, wisa rast jî derbikevin.

 

Şikberî/gumankeriya (2) mirovî ku bi hebûna mirovî re dest pê kiribû, bi xêra zagonên zanistî hebekî kêm bibû û mirov dikare bibêje ku ta radeyekî mirovan baweriya xwe bi zagonên zanistî dianîn û wiha bawer dikirin ku dê ew her dem mayende bin. Lê wiha nebû, guhêrbariya ku di raman û felsefeyê de hebû, xwe berda nava xebatên zanistî jî. Zanyar, êdî wiha pêbawer in ku zagonên zanistî jî, dema ku dijberên wan werin peyîtandin, ew dikarin werin pûçkirin. Ango, derbasdariya zagonên zanistî, heta pûçkirin/çewtderxistina wan e.

 

Ev baweriya/têgihiştina nû, hemû zagonên zanistî betal nake. Lê dibêje ku dema dijberê yasayeka zanistî rast derket, ya berê betal dibe. Heta hetayê, tu zagonên zanistî ne mayende ne, lê heta ku ew pûç werin derxistin; ew derbasdar in û rast in. Li milê din jî, mirov di zanistê de rastê prensîba sedem encamê tê, ku di zanistê de ev hêman/prensîb, bi awireke giştî wekî determînîzmê (3) tê dîtin.

Zanistên xwezayê prensîba determinîzmê dipejirînin ku li gor vê prensîbê, heman sedem di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin. Ev hêman/prensîb di nav zanistan de, wek prensîba sedem-encamê tê bi navkirin ku bi saya vê prensîbê bûyer, her dem dikarin bibin babeta ezmûn û çavdêriyan. Wateyeka din ya determînîzmê êw e ku, zanist/ilm, çerçoweyeke ji xwe re destnîşan dike û li gor sînorên wê çerçoweyê, xebatên xwe didomîne. Mesela zanista fizîkê, li quwet, lez, bareste, made, şeq û hwd. vedikole. Biyolojî, li hemû zindiyan vedikole, wekî însan, ajal, dirext û hwd.

Di guherîna vê mentîqa sedemîtiyê/determînîzmê de, rolê ezmûngerê Îngilîz Davîd Hume (4) gelekî girîng e û Hume, bi şikberiya xwe (bi helwesta xwe ya şikber/gumankar) navdar bûye. Davîd Hume, xebatên Newtonî ji xwe re wekî mînak hilbijatiye û bi helwesta xwe ya şikber, bandûreke mezin li fîlozofan kiriye. Di destpêkê de xebatên wî, axlebî li ser rêbaza xebitîna mejiyê mirovî bûn û wiha dixwest ku prensîbên xebîtîna mejiyê mirovî destnîşan bike.

 

Di babeta felsefeya zanayiyê de lêzêdekirina herî mezin ya Davîd Hume, dahûrandina (analîz kirin, dewiyandin) wî ya li ser sedemîtiyê ye. Davîd Hume di babetên zanayî û zanistî de, têgihêjê ku ramana sedemîtiyê gellekî girîng e û xwediyê roleka bingehîn e û bi şik, nêzîkê vê yekê bûye.

Lewra li gor bîr û baweriya Hume, ramana sedemîtiyê, di navbera du bûyeran de girêdanek e û ev girêdanî, bi temamî, ji hînbûnîyên me têtin.  Lewra dema ku em di navbera du bûyerên ku li pey hevdu tên de girêdanek pêk bînin û em bûyera yekemîn, weke sedemê ya duyemîn bihesibînin; sedemê vê yekê, bêguman hînbûnî û azmayîşên me ne.

Ango li gor baweriya Hume, em di navbera du bûyeran de ku li pey hev têtin; girêdaniyeke sedemîtîyê ava dikin. Wek mînak: Her sibê roj hiltê û êvaran jî diçe ava. Herweha piştî rojê jî, şev tê. Ev yek wiha dike ku em di navbera wan de (di navbera du bûyeran de) têkîliyeke sedemîtiyê ava dikin. Lê bingeha sedemîtiya di vir de, bi temamî psîkolojîk e, ji azmayîşên me pêk tê û tiştekî ku dotira rojê jî, vê bûyerê sewgiran (garantî- temînat) bike tune. Ev yek bi temamî encameka hînbûnî û hêvîyên me ne. Herweha, hinek caran jî sedemê ramana (fikrê) sedemîtiyê, rêbaza enduksîyonê ye.

Çawa gelo? Ji bo ku mirovî bikaribe hinekî din mijarê zelaltir bike, mirovdikare mînakekê wiha jî bide: Dema ku em dersê xwe dişûxulin û em nescafeyeke vedixwin û vexwarina nescafeyê ji me re baş tê, di dawiyê de em digihêjin vê encamê: ‘vexwarina nescafeyê di dema dersşixulînê de, ji mirov re baş tê.’

Ango, ji me re wiha tê ku di dema dersşuxulînê de sedemê baştêgihiştina me, nescafe ye. Lê li gor nêrîna Davîd Hume ev tiştekî xapînok e û tu sedemîtiyek di vê têkilîyê de tune. Vê yekê em li vê têkiliyê bar dikin û ku rêbaza enduksîyonê jî, her dem encamên rast nadin me.

Herweha, David Hume wekî zanyarekî ezmûnger baweriya xwe bi azmayişên me yên sehekî dianî û wiha bawer dikir ku, divê zanayiyên me ji azmayîşên me yên sehekî werin. Belam, em pê dizanin ku ramana sedemîtiyê ji azmayîşên me nayên û em nikarin wan biceribînin. Çimku, em naikarin di nav azmayişên/serboriyên xwe de sedemîtiyê bihewînin. Ji ber vê çendê jî sedemîtî, bi temamî hînbûnîyeke mirovî ye û divê ku zanist, baweriya xwe bi vê prensîba sedemitiyê neynin. (5)

 

Ali Gurdilî

[email protected]

25.02.2014

Jêder…

 

1- http://www.felsefevan.org/demokritos-b-z-460-370.html

2- http://www.felsefevan.org/cureyentexliden-gumanpareziye.html

3- http://www.felsefevan.org/determinizm.html

4- http://www.felsefevan.org/david-hume-1711-1776.html

5- Çavkaniya giştî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî/Hê çap nebûye.

 

 

 

dîtin: 268

Pêveker:

zanist determînîzm û davîd hume