• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zeyta Zeytûna û Berokan Ji Tendirustîyêre Başin

Zeyta Zeytûna û Berokan Ji Tendirustîyêre Başin


barkirin: Êlûn 21, 2013, 4:18


Li gor êkolînên dawiyê yên ku hin pisporan amade kirine, zeyta berberok û zetûnan ji sorkirina xwarinê re, ti nexweşyan çê nake.

Kovara tendirustiyê ya Birîtanî, lêkolîn belav kir ku tê de hatiye sorkirina xwarinan bi zeyta zeyetûnan karîgeriyê li ser dil nake û ji tendirustiyê re jî baş e.

Li gor lêkolînê, dema ku xwarin tê sorkirin, kaloriya wê zêde dibe ji ber ku wê zeytê/ronê hildikişîne. Lêkolînerên zanîngeua azad ya Medrîdê 40,757 ji xwe re kirin warê lêkolînê.

Beşdarbûyên vê lêkolînê, pirsên wek: Hûn çi cureyên xwarinê dixwin û ew xwarin çawa tê amadekirin. Di 11 salên destpêkê de, ti nexweûiyên dil li ser ti beşdarbûyan nebû, lê dawiyê 606 kes tûşî nexweûia dil bûn û 1,134 kes mirin.

Dema ku lêklîneran rewşa xwarina wan û tendirustiya wan da ber hev, ti peywendiya xwarinên sorkirî yan qelandî bi nexweşia wan re nebû.

Lêkolîneran da zanîn ku kesên ku ev lêkolîn li ser wan kesan hatiye kirin ku zeyta zetûnan yan jî zeyta beberokan bi kar dianî, hatiye kirin. Lewma jî lêkolîneran şîret û amojgarî dan ku ev her du zeyt bên bikaranîn.
Hêjayî gotinê ye ku li zeytûn li bakurê Kurdistanê li Dêrîka çiyayê Mazî heye û her weha li rojavayê Kurdistanê li navçeya Çiyayê Kurmênc /Efrînê/ bi sed hezaran darên zetûnan hene. Vê dawiyê li başûrê Kurdistanê jî, hikûmeta herêmê piştgiriya çandina darên zetûnê dike.

– BBC –

dîtin: 163

Pêveker:

zeyta zeytûna û berokan ji tendirustîyêre başin