• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ziman hem bela hem kela ye | Fergîn Melîk Aykoç

Ziman hem bela hem kela ye | Fergîn Melîk Aykoç


barkirin: Gelawêj 27, 2015, 9:16


Ziman di jiyana mirovan de, xwerû jî di têkiliyan de organê herî bingehîn e. Ji azmûnê xwe yên bi dehan salan dizanim, gelek kes hene, dilê wan gelek paqij in, lê ji ber ku nikanin bi awayekî kêrhatî lebangî(hîtap) mirovan bikin, tim îzole ne, tersê vê mirovên dilreş hene, bi zimanê xweş li her derê xwe dikin geş. Lema divê mirov berê her tiştî di têkiliyan de karlêk û rola ziman têbigihîje û li gor wê rastiyê tevbigere.
Bawerî û felsefeya kurdan bi vê rastiya ziman dagirtiye. Çend mînak: di baweriya Zerdeştî de sê stûnên baweriyê hene „Humata“ (dîtin û ramanên baş), „Hukşta“ (axaftin û peyvên xweş) û „Huvareşta“ (kirin û tevgerên baş). Hukşta di wateya ziman, peyv û axaftinê de ye. Bi gotineke kurt û kurmancî ziman di jiyana mirov de stûneke bingehîn e. Dîsa ev meteloka kurdî jî bi aliyê wate, giringî û di têkiliyan de rola bingehîn lîstina ziman bi zelalî li ber çavan radixîne.

„Dernakeve ji mal e,
hem ciwan e hem kal e
geh şûr e geh mertal e
hem neyar e, hem heval e
Geh şîrîn e geh tal e
geh rastiye geh xeyal e
Hem çol e hem jî mal e.!“

Ez bawer dikim êdî li ser giringiya ziman şiroveyeke din ne hewce ye. Xwerû jî di demên aloz de, demên şer û aşitiyê de, di hewldanên afirandina bingehên yekitiya netewî de, di têkiliya bi neteweyên dagirkerên welat danînê de gelek girîng e. Dikane her tiştî biruxîne, şer gurr bike, gelek dilan biêşîne, nakokiyan kûr bike, yan jî dijê wê dilan nerm bike û rêya lihevkirinan veke. Bêguman ev bi perwerdeya mirov, bi têgihîştina mirov, rewşa heyî di hişmendiyê de baş wezinandina mirov re girêdayî ye. Dikane her tiştî tarxan û hê xirabtir bike, yan jî ava bike.
Bi taybetî dema kesekî wek wekîlê gel, wek parlamenter, yan jî wek şaredar, wek serokê saziyekê hate hilbijartin, divê kesayetiya xwe, dîtinên xwe yên kesî, têgihîştina xwe ya berê bide aliyekî, yanî xwebûna xwe ji bîr bike, li gor wê xeftanê nûnêriya ew dike, kesayetiya saziyê û kesayetiya gel wer bigire, her gotinê xwe bi pîvan, têr û dîplomatîk bikarbîne. Hem jî di her warî de. Wek mînak; di têkiliyên di nava partî û parçeyên kurdan de, divê kesatiyên erkên nûneriyê wergirtine, ji peyv, têgîn û axaftinên hevpiçûkxistin, nakokiyan kûrkirin, hevtewanbarkirinê dûr, peyvên dîplomatîk û biwêjên dîplomatîk bikarbînîn. Di tu rewşê de hevtewanbarkirinên reng îdeolojîk sûdekê nade. Li aliyê din ev awa ziman ne erkê parlamenter, şaredar û serokên komale, rêberê pêkhateyan e. Ev tenê erkên hêzên kurdistanî ne.
Me hêvî dikir ku derûdorên navê rewşenbîrî li xwe kirine, bikanin vê mijara ziman têbigihîjîn, ne li gor paşxanên xwe yên îdeolojîk, bikanin bi rastî jî bi helwesteke reşenbîrî, ango bi heman dûrbûnê nêzîkê partî û îdeolojiyan bike; rastiyan, pêkhatin û rûdanan rast binirxînin. Lê mixabin di nava kurdan de pêkhateya herî bi pirsgirêk ev derdorên xwe di nav kategoriya reşenbîrî de dinirxînin bixwe ne. Carna hevsengiya di navbera partiyên kurdistanî cih bihêle, nirxandinên tenê ji dagirkeran re xizmet dike derdixin pêş.
Xwerû jî parlamenterên kurd divê di vî warî de gelek şiyar bin. Yek êdî ew ne her tiştin ku bikanin li ser her mijareyên îdeolojîk bipeyivin. Dudu ew êdî ne bixwe ne ku li gor cihana xwe biaxivin, ew nûnêr in, divê li gor we erkî, tenê bi giştî û doplomatîk biaxivin. Xwerû jî di dema hevpeyvînan de divê tu carî firsend nedin rojnamegerên dagirker, xwe nedin bikaranîn. Ev jî bi zimanê ku mirov bikartîne ve girêdayî ye. Hêvî dikim ku HDP di vî warî de parlamenterên xwe perwerde bikin û nehêlin her kes di her warî de biaxivin.
Belê ziman! Ziman dikane bikuje jî, bide jiyîn jî! Bi hêviya ev mijar were têgîhîştin. Bi zimanê xweş her tişt dikane bibe geş, bi zimanê reş her tişt dikane bibe kul û êş”

 

Yeni Ozgur Politika

dîtin: 196

Pêveker:

ziman hem bela hem kela ye | fergîn melîk aykoç