• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zîndarekî bêmirin, mêjiyê xwe jinûve çêdike

Zîndarekî bêmirin, mêjiyê xwe jinûve çêdike


barkirin: Gulan 3, 2014, 7:45


Komeka lêkolînvanên Emerîkî di nav komên gravên Florida Keys de yên ser bi eyaleta Florîda ve zîndarekî balkêş û giring dîtin. Ev zîndarê di deryayê de bêmirine û hertim xwe nû dike. Ev zîndar ji ber ku bêmirine û xwe nû dike navê – Fezayiyê deryayê- lê hatiye kirin.

Ev zindara hatî dîtin, ji aliyê lêkolînvan û zanistan ve di bin çavdêriyê de ye û gelik taybetmendiyên seyr û balkêş di nava xwe de radigre. Dema ku mêjiyê vî zîdarî tê jêkirin herî zêde di nava 3 rojan de mêjiyekî xwe yê nû çêdike. Ev zîndarê deryayê di labaratuwareka piralî, pêşketî û bêhempa de tê kolîn û li ser kar tê kirin. Ji neha ve hemî aliyê vî zindî hatine aşkerekirin û hatine zanîn.

Lêkolînvana deryayê Rachel Sanford li ser vî zindî zanyarî dan;
Ev zîndarê ku wekî dayika deryayêye ez dişopînim lê qet tu peywendiya xwe li gel van zîndarên dîtir yên deryayê nîne. Ev tiştekî dîye. Em vê mijarê aşkere bikin. Dema em mêjiyê wî/wê jêdikin dîsan derdikeve. Ez dibînim bê çilo mêjiyek dî çêdike û ez dibînim ku hebûna molekulê carekî dîtir vî lawirî çêdike.

Zanyar li ser wê xalê radiwestin bê ka kîjan molekul an ku zîndariye di nava vî ajelî de ku carekî dîtir van lebatan çêdike û zindî dike. Xala herî giring jî ji bo mirovatiyê eveye ku zanist vêya aşkere bikin û bibînin ev xal dê rêka bêmiriniyê vebike û dê bibe sedem ku çare ji gelik nexweşiyên mirovan re bête dîtin. Ji ber ku hetanî neha di tu zîndarî de ev taybetmendiye nehatiye dîtin ku dema lebatek ji giyanê wî biçe û carekî ditir di demeke kin de wêya çêbike. Bo vê yekê jî karên li ser vî -Fezayiyê deryayê – ji bo mirovatiyê xwedî giringiyeka mezine.

 

EURONEWS

dîtin: 610

Pêveker:

zîndarekî bêmirin mêjiyê xwe jinûve çêdike