100 Milyar EURO Gendelî û Bertîl

100 Milyar EURO Gendelî û Bertîl

Hate gotin ku di karê Bertîl û Gendeliya li Tirkiyê de kojmeya pareyan 100 Milyar EURO ye. Di operasyona li dijî kesên gendel û bertîlxwar de 52 kes hatibûne girtin û kurê 3 wezîran jî di nav de bû.

Mudîrê kanala televîzyona Fox Tv ya Tirkiyê Ercan Gûn di weşana zindî de aşkira kir ku kojmeya pareyên gendelî û bertîlê 100 Milyar EURO ye.

Ercan Gûn diyar kir ku di sala 2008’an de dema zêr şandine Îranê çavderî û opandina der barê van kesên hatine girtin de, destpê kiriye. Gûn got di meha Kanûna sala 2011 de li balafirxaneyekê Rusyayê 11 Milyon Dolar hate girtin ku ji Tirkiyê biribûne wê derê da ku vê kojmeyê paran spî bikin.

Gûn îddîa kir ku bi giştî 100 Milyar EURO gendelî û bertîl hatiye aşkira kirin û eve jî kojmeya herî mezin ya dîroka Tirkiyê ye. Gûn got ku di nava kesên bertîlxur û gendel de navê wezîran jî heye.

Di lêgerîna îro de li mala Mudîrê Halkbanka Tirkiyê Suleyman Aslan de 4.5 milyon Dolar derketibû û her weha di mala kurê wezîrê karên navxwe Muammer Guler, Bariş Guler de jî kojmeyeke zêde yê pareyan hatibû peyda kirin.

Rewanbej.net