Serok Barzanî biryara parêzgehbûna Helepçê îmze kir

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah ragihand ku îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir.
Omêd Sebah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Îro saet 10ê sibehê hevdem ligel salvegera karesata kîmyabarana Helebceya şehîd, birêz Mesûd Barzanî mersûma fermana herêmî ji bo biparêzgehbûna Helebce îmze kir”.
Berî niha Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku li benda Bexayê nemîne û karên ji bo biparêzgehkirina Helebce destpêbike.
Roja 13ê vê mehê jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê de biryara biparêzgehkirina Helebce îmze kir û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.
Jeder: Rudaw