17 ê Kanûnê, Rojeke dîrokî

Wê rojê li Mehabadê pêngaveke nû hate avêtin. Pêngava ku xêza îptalê bi ser sîstema desthilatdar a padişahî dikişand û bû destpêka şoreşeke nû li Îran û Kurdistanê. Rewşenbîr û siyasetmedarên rojhilatê Kurdistanê bi cesareteke mezin li bajarê Mehabadê ala Kurdistanê hildan. Ew çalakî jî dihate wê wateyê ku Kurd netewe û xwedî nasnameya xwe a netewî ne. Ne Îranî û ne jî neteweperestin, lê dikarin xwedî mafên xwe yên meşrûi û rewa bin. Ji ber wê jî bi wêrekî berî herkesî serkêşên şoreşê ketin pêşiya feqîr û hejarên civakê û ala Kurdistanê li ser binaya edliyê a bajarê Mehabadê bilind kirin.
17ê Kanûna sala 1945an di dîroka Kurdan da rojeke girîng e. Di rojeke wiha da li bajarê Mehabadê komeke ciwan û nîştimanperwerên Kurd(ku piraniya wan endamên komeley J.Kê bûn), ala Kurdistanê li ser binaya dadgeha bajarê Mehabadê bilind kirin. Xweşiya wê rojê nayê wesif kirin. Di wê rojê da hinek kes bi dîtina ala sêrenga Kurdistanê ji xwe çûn û haya wan ji dinê nema. Hinekan jî hêsirên keyfxweşiya barandin û silava rêzgirtinê dan ala welatê xwe. Wê rojê li bajarê Mehabadê ne tenê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê herwiha Kurdên parên din yên Kurdistanê jî hebûn. Ala ya hemû Kurdan bû.
Wê rojê li her dera bajêr alên Kurdistanê dihatin dîtin. Ala li her derê hatine hildan(bilind kirin). Ala Kurdistanê bi sê rengên kesk, spî û sor ku bi gule genim û şûrekê li ser di nivekê de hatiye çêkirin, bala herkesî dikişine ser xwe. Herkes bi awayekî rengên alê, gula genim û şûra li ser ala Kurdistanê ji xwe re şîrove dikir. Aştîxwaziya netewa Kurd, dewlemendî û bedewiya xaka Kurdistanê, şervanî, mêrxasî û niştimanperweriya Kurdan di nîşan û rengên ala wan de dihatin dîtin.
Rengên ala Kurdistanê tev jî xwedî raman bûn:
Sor: Sembola xwîna wan pêşmerge û welatparêzaye yên ku di rêya azadiya Kurdistanê da xwîna xwe rijandin.
Spî: Sembola aştî û azadîxwaziya Kurda ye.
Kesk: Nîşana bedewî û rengîniya sirûşta Kurdistanê ye
Roja di nîva alê da jî ku ji 21 tîjikan pêk tê, sembola geşbûna roj û jiyana Kurdaye.
36 roj piştre yanî di 22.01.1946an an jî di roja ragehandin û bilindkirina ala Kurdistanê da, marşa “Ey Reqîb” jî hat xwîndin. Ew roj ji hinek kesan re mîna xewnekê bû. Xewna ku îro di pareke Kurdistanê da cî bi cî bûye.
Di wê rojê da Pêşewayê canfîda bi dîtina ala Kurdistanê wiha qêriyabû:
’’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya herî dawiyî, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekîtiya gelê Kurd û Azerbayicanê, mutî’i û wefadar bimînim.’’
Birastî jî ew bi vê soza xwe wefadar ma. Ji ber wê jî em dikarîn bêjin ku Qazî Mihemed tenê Pêşewayê Kurd bû ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo bilindmayîna ala Kurdistanê û rizgariya gelê Kurd her tiştê xwe fîda kir. Wî canê xwe di rêya armancên xwe de fîda kir
Di dadgeha leşkerî da jî Îranîyan Pêşewa ji ber van sedeman bi îdamê mehkûmkirin: Îlankirina komara Kurdistan, bilindkirina ala Kurdistanê, derxistina artêşa Îranê ji Kurdistanê û şerê bi wan re û bi dehan karên din.
Ala ku Pêşewa ji ber bilindkirina wê hate şêhîdkirin, êdî ji wê rojê û pêda ket destê General Mistefa Barzaniyê mezin. Berhemê xwîna hemû şehîdên Kurdistanê îro bilindbûna ala rengîna Kurdistanê ye ku li başûrê Kurdistanê diheje. Ew yek sal temenê komara Kurdistanê, ji bo her Kurdekê, tev xatireyên xweşin. Ew roj bi cihgehiştina xweziyên dêrîn yên netewekê bûn ku mafê wî hatiye xwarin û zulim lê hatiye kirin.
Hîvîdarim ku cejina bilindkirina ala Kurdistanê rojekê li her sê parên din yên Kurdistanê jî bê pîroz kirin.