PYD pêşnûmeya qanûna bingehîn amade dike

PYD pêşnûmeya qanûna bingehîn amade dike

Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) pêşniyar dike li rojavayê Kurdistanê rêveberiyek demkî ji bo birêvebirina deverên kurdî bê avakirin lê Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî cuda li vê yekê dinêrin. Endamekî El Partî dibêje: “Hinek mercên me ji bo beşdariya vê rêveberiyê de hene.”

Desteya Bilind a Kurd (DBK) li rojavayê Kurdistanê bi beşdariya her du EGRK û ENKS roja 12.07.2012 hat avakirin lê heta niha desteya han nekariye rola xwe bilîze. Ev yek jî ji aliyê çavdêr û aliyên naskirî li rojavayê Kurdistanê hatiye dîtin lewma EGRK pêşniyar dike li rojava rêveberiyek demkî were avakirin.

Hevserokê EGRKê Ebduselam Ehmed di wê baweriyê de ye ku dema wê hatiye ku rêveberiyek li şûna DBKê were avakirin û ji Rûdawê re wiha got: “Ji bo ku em û partiyên din ên rojava her wiha ereb û suryaniyên rojava bikaribin rêveberiyekê hevbeş ava bikin divê em rêkeftinek civakî bikin.”

Ebduselam Ehmed derheqê amadekariyên avakirina rêveberiya han de da zanîn ku projeyek pêşkêşî hemû partiyên siyasî kirine, hinek ji wan razî bûne û hinek jê jî gotine emê bersiv bidin û wiha axivî: “Me lêjneyek ji bo dariştina destûreke demkî pêk aniye da ku di demê pêş de bikarin bixin rapirsiyê. Her wiha em bi ereb û suriyaniyên rojava re jî di diyalogê de ne.”

Li gorî hevserokê EGRKê, erka rêveberiya demkî amadekarî ji bo hilbijartina encumena dariştina qanûnê ji bo rojavayê Kurdistanê ye.

Derheqê civînên ku li Hewlêrê di navbera PYD û El Partiyê de tên kirin, rayedarên El Partiyê dibêjin ew civîn tenê li ser çareseriya kêşeyên PYD û El Partiyê bûye û li ser avakirina hikûmetê nehatiye axaftin.

Endamê polîtburoya El Partiyê Mihemed Îsmaîl, derbarê avakirina rêveberiya demkî de ji Rûdawê re got: “Haya me jê nîne û kes bi me re neşêwiriye. Lê bi qasî ku em dizanin projeyan han a PYDê ye û projeye yekalî jî cihê xwe nagire.”

Îsmaîl diyar kir ku proje ji wan re nehatiye şandin û da zanîn, li bajarê Silêmaniyê civînek hatiye sazkirin û em mesele tê de hatiye gotûbêjkirin. Tenê hinek partiyên biçûk mîna partiyên çep û pêşvero û yekitî ji vê yekê agahdar in, helbet serkeftina wê projeyê girêdayî rêkeftina navbera hêzên sereke yên rojava ye.

Lê nûnerê partiya çepa kurd li Silêmaniyê Şelal Gedo ji Rûdawê re diyar kir ku takerêya çareseriya kêşeya kurd-kurd li rojavayê Kurdistanê avakirina hikûmetek “du fakto” ye û wiha anî ziman: “Ji ber ku hikûmeta han dê hurmeta kurdan di asta navdewletî de zêde bike û dê kêşeyên navbera hêzên kurd de çareser bike û her wiha dê saziyên xizmetguzariyê ava bike. Zemîna avabûna hikûmetê jî heye.”

Nûnerê partiya yekitiya kurd li Silêmaniyê Ebdulbaqî Yûsif jî wiha li vê meselê dinêre: “Li gorî min rojevkirina vê meselê girêdayî bûyerên rojavayê Kurdisanê ye. El Partî dixwaze sûdê ji rewşa niha bibîne ku PYD piştî bûyerên Amûdê ketiye nav û PYD jî dixwaze bi avakirina hikûmetê riswatiya Amûdê ji bîra xelkê bibe.”

Li gorî Yûsif, PYD dixwaze bi vê yekê rojavayê Kurdistanê bixe xizmeta PKKê û El Partî jî wel liqeke PDKê dixwaze rojava bixe bi berjewendiyên PDKê ve girêbide û wiha anî ziman: “Divê hêzên kurd destpêkê kêşeyên xwe çareser bikin. Lê heta niha rêkeftina Hewlêrê nehatiye cîbicîkirin. PYDê ew rêkeftin pesend nekir. Eger şirîkatiya aliyên din neyê qebûlkirin dê çawa hikûmetê ava bikin?”

Ebdulbaqî Yûsif bi mercekî digel avakirina hikûmeta demkî li rojava ye ku rêkeftina Hewlêrê bibe bingeha wê hikûmetê û wiha pêde çû: “Divê kurd rojava birêve bibin û biparêzin. Rewşa aboriya wir xirab e û ji ber wê jî divê hewl bê dayîn alîkariyên mirovî bigihîje wê derê. Bi mercê ku nîv bi nîv be. Eger kurd bikarin bi hev re hikûmetekî ava bikin wê demê hêzên navdewletî jî dê vê yekê qebûl bikin û bi wan re danûstanê bikin.”

Derheqê helwesta Tirkiyê li hember hikûmeta demkî ya rojavayê Kurdistanê, nûnerê partiya yekitiya kurd li Sûriyê Ebdulbaqî Yûsif diyar kir ku ew bawer nake Tirkiyê êrişî wê derê bike ji ber ku dê serê Tirkiyê biêşîne û kêşeya Sûriyê kêşeyek cîhanî ye û wiha axivî: “Helbet Tirkiye ji vê yekê jî kêfxweş nabe.”

Yûsif ragihand ku projeya EGRKê ya avakirina hikûmeta demkî pêwîstî bi gotûbêjên zêdetir e.

Jêder Rudaw