25 saliya nivîskariya Helîm Yûsiv li Stenbolê tê pîrozkirin

25 saliya nivîskariya Helîm Yûsiv li Stenbolê tê pîrozkirin

Ji bo 25 saliya nivîskariya Helîm Yûsiv li Stenbolê bi beşdariya Helîm Yûsiv çalakiyeke tê li dar xistin.

Helîm Yûsiv ev 25 sal in bi çîrok, roman û nivîsên xwe yên din xizmeta zimanê kurdî dike. Heta niha li dor deh pirtûkên wî hatine çapkirin. Her wiha pirtûkên wî ji bo zimanên tirkî, almanî hatine wergerandin. Ew niha di vê 25 saliya xwe de dibe mêvanê xwendevan û hezkiriyên xwe yên li Stenbolê.

Weşanxaneya Peywend ku êdî pirtûkên Helîm Yûsiv li wir derdikevin û malpera me Diyarname ku Helîm Yûsiv nivîskarê wê ye bi hev re ji bo Helîm Yûsiv çalakiyek lidar dixin. Her wiha Koma Şêwra Xwendinê jî di vê xebatê de şirîkatî dike. Çalakiya 25 saliya nivîskariya Helîm Yûsiv li Stenbolê wê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar bikeve.

Di çalakiyê de wê Helîm Yûsiv jî amade bibe û li ser vê 25 salên derbas bûyî, li ser rewşa îro û bersiva pirsên mêvanan bide.

Dîrok: 25.12.2013

Saet: 19.00

Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîkçî

Navnîşan: İstiklal Cad. Ayhan Işik Sok. No: 21 Beyoglu, STENBOL