3 parlamenterên din ji AKP cûda bûn

3 parlamenterên din ji AKP cûda bûn

Li Tirkiyê di nava mehekê de 7 parlamenteran ji partiya desthiladar AKP îstîfa kirin. Bi vê awayî hejmara kursiyên AKp yên di nava parlamenê de bûne 321.

Qeyrana siyasî ya li Tirkiyê ku bi daxistina dersxaneyan destpêkiribû û bi operasyona gendelî û bertîlê ya 17 Kanûnê gehiştibû asta jor, dibe sedema pevçûnek dijwar. Ji ber vê qeyranê heta niha 7 parlamenteran ji AKP îstîfa kirin.

Beriya niha parlamenterê AKP yê Kutahyayê Îdrîs Bal û parlamenterê Stembolê Hakan Şukur ji AKP îstîfa kiribûn. Wezîrê bajarvaniyê Erdogan Bayraktar jî hem ji karê wezaretê û hem jî ji parlamenteriyê îstîfa kiribû.

Her weha di nava vê qeyranê de wezîrê karên navxweyî yê berî Îdrîs Naîm Şahîn jî ji AKP îstîfa kir.

3 parlamenteran îro îstîfa kir

Ji ber rexneyên li dijî serokwezîr Erdogan û li dijî helwesta AKP parlamenterê Enqerê Halûk Ozdalga, parlamenterê Îzmîrê Ersal Kalkan û wezîrê çand û geştiyariyê yê berî Ertugrul Gunay jî ji aliyê hikûmetê ve ji bo ji partiyê bêne dûrxistin şandibûne saziya dîsîplînê. Lê her sê parlamenteran îro bêyî ku li benda biryara saziya dîsîplînê bin ji AKP îstîfa kirin.

Rewanbej.net