4 Wezîrên Tirkiyê dest ji kar dikêşin

4 Wezîrên Tirkiyê dest ji kar dikêşin

Li Tirkiyê dengvedan û kardaneweya operasyona Gendelî û Bertîlê berdewam dike. Her kêliyê agehiyeke nû dikeve rojevê. Vê carê jî hete ragehandin ku 4 wezîrên ku navê wan di nava vî karî de heye daxwaza dest ji karkêşana xwe ragehandine serokwezîr.

Di operasyonên Gendelî û Bertîlê yê Tirkiyê de li Stembol û Enqerê 52 kes hatin girtin. Di nava girtiyan de navê kurê 3 wezîrên Tirkiyê jî hebû û her weha navê wezîrekê bixwe jî derbas dibû. Der barê operasyon û lêpirsînê de her kêliyê belge û agehiyên nû dikevin rojevê. Wêneyên ku Bertîl û Gendeliyê îspat dikin di çapemeniyê de têne parvekirin. Piştî van rûdanan 4 wezîrên Tirkiyê neçar man ku destê ji kar vekişînin û istîfa bikin.

Her çar wezar wezîran îstîfaya xwe pêşkeşê serokwezîr Erdogan kirin lê heta niha eve bi awayek fermî nehaiye qebûl kirin. Li gor agehiyan dê îro di civîna Encûmena Wezîran ya  Enqere de, Wezîr Navxwe Muemer Guler, Wezîrê Aborî Zafer Çaglayan, Wezîrê Jîngehê Erdogan Bayraktar û Wezîrê Karê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş daxwaza dest ji kar vekişandinê bi awayek fermî pêşkêş bikin.

Piştî vê yekê jî, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ji medyayê re ragihand ku dest ji kar vekişandina wan dê ji bo Tirkiyê gelek baş be. Dihête payîn ku Erdgan di kabîneya wezîran de guhertinek berfereh bike. Her weha ji bo hikûmeta Tirkiyê ji nû ve kabîneya hikûmetê ava bike wê Erdogan bi Serokomarê Tirkiyê Abdula Gul re bicive.