5 Vedîtinên Girîng yên Sala 2017an

5 Vedîtinên Girîng yên Sala 2017an

Em ê bi vê kurte nivîsa xwe danasîna pênc xebatên zanistî yên girîng û balkêş ku di sala 2017an de pêk hatine, bikin û yek bi yek li jêr rêz bikin.

 

Beşek ji vedîtinên pirr balkêş yên ji lîsteyê ev in; NASA di vê salê de ji nû ve destpê bikaranîna raketên xwe yên berê kir, kesên bi nexweşiya kula heftpençeyê nexweş ketine bi şaneyên xwe hatine tedawî kirin û vedîtina parzemîneke nû pêk hat.

 

1) Zelandiya

32 lêkolînerên navneteweyî vedîtina parzemîna heyştemîn pêk anîn û weke Zelandiya binav kirin. A niha ji parzemîna nû bitenê beşek piçûk, ji sedî-şeş ji wê parzemînê dihêt dîtin. Ji ber vê jî vedîtina wê parzemîna ne ewqas hêsan bû. Parzemîn bi qasî 60-85 mîlyon sal berê ji Awistralyayê û 85-130 mîlyon sal berê jî ji Zelandaya Nû veqetiyaye.

 

2) Lêkolîner bi hêviyeke xurt ragihandina “jiyana nû” pêk anîn.

Wateya jiyana nû çi ye? Divê em çi ji vê “jiyana nû” fahm bikin: candarên jîndar xwediyê du cureyên “base pair-cotbaz”in ku ji du nukleotîdan pêk dihên: A-T (adenine - thymine) û G-C (guanine - cytosine). Alfebeya ji çar herfan pêk dihêt, DNAya me dinivîse û bingeha tevahiya zanyariyên genetîka me çêdike. Lêkolîner bi xebata xwe diyar dikin ku bi du herfên nû pêkhateyek çêkirine û pêkhateya nû bêyî bandorê li herfên heyî bike, bi rengeke pirr baş dixebite.

 

3) Şûnwarnas di pîramîda Keopsê-pîramîda Mezin de odeyeke veşartî, nepen veditîn.

Odeya veşartî ya di pîramîda Keopsê de 30 metre dirêj e, û hema-hema bi qasî Odeya Mezin fireh e. Vedîtina wê odeya veşartî bi xêra teknîka tirûskeyên kozmîk pêk hatiye. Şûnwarnas xebatên xwe li ser wê odeyê berdewam dikin, heya vê gavê hê jî negihîştine wê odeyê.

 

4) Tedawîkirina nexweşiya kula heftpençeyê bi şaneyên kesên bi wê nexweşiyê pêkhat.

Ceribandin û bikar anîna metoda nû cara pêşin di meha tebaxê de li ser kesên bi nexweşiya kula heftpençeyê nexweş ketine, pêkhat. Lêkolîner şaneyên bixesar û xerab ji laşê kesên nexweş derxistin, ji nû ve vejandin û dîsa di laşê kesên nexweş de bicîh kirin. Şaneyên baş/çê yên ji nû ve hatine vejandin berê xwe didin şaneyên xerab û tune dikin.

 

5) NASAyê vedîtina heft rojgerên nû yên bi derfetên vejiyînê pêk anî.

Lêkolîner hin zanyariyên girîng bidest xistin ku li ser rûyê heft rojgerên li hawirdora stêrka Trappist-1 av hebûye û ev jî bi rêya teleskopa-Hubbleê rûda. Bi vê xebatê hêviya li ser rûyê rojgereke din vejiyîn xûrt bû. Germahiya li ser rûyê heft rojgerên nû destnîşan dike ku li wir av hebûye. Heft rojgerên nû hema-hema bi hemû aliyên xwe pirr dişibin rojgera me.

 

Metîn Eser

25/12/2017