500 kes beşdarê Kongreya Netewî dibe

500 kes beşdarê Kongreya Netewî dibe

Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd cara duyemîn li Hewlêrê civîna xwe pêkanî. Di encama civînê de ji bo beşdarbûna Kongreyê hejmar hate diyarkirin.

Li gor nûçeya lezgîn ya ANF’ê Komîteya Amadekar ya ji 21 kesan pêk dihat civîna duyemîn îro li odeya xebatê ya Serokê herêma Kurdistanê Mesut Barzanî ya li Hewlêrê pêk anî. Di civînê de 20 endamên komîteyê amade bûn û ji bo kongre di nava mehekê de were lidarxistin, plansaziya pratîkî destpêkiriye.

Komîteya Amadekar a civîna xwe ya duyemîn lidar xist, ji bo kongre di nava mehekê de pêk were, dest bi amadekariyên pratîkî kir. Komîteya Amadekar der barê civînê de agahî dane ANF’ê û diyar kirine ku civîn erênî derbas bûye û “Plansaziyên pratîkî destpê kirine.” Di nava van plansaziyan de komîsyon hene. Biryara avakirina komîsyona azadiya jinê, komîsyona ciwanan, komîsyona dîplomasî û têkiliyên derve, komîsyona prensîbên netewî û belgeya stratejîk a netewî, komîsyona protokolê hat dayîn û hat hînbûn ku ji bo kongre bi beşdariyeke herî dorfireh pêk were, hevdîtinê dewam bikin.

Komîteyê got, “Bi yên li mûxalefetê ne re hevdîtin tên kirin, li ser beşdariya wan israr heye. Her kes xwedî heman nêrînê ne ku ew jî beşdar bibin. Di asta komîteya amadekar de jî hevdîtin hatin kirin.” Di civîna komîteyê de, kontenjana çar parçeyên Kurdistanê hat nirxandin. Dabeşkirina beşdariyê ya li gorî parçeyan, wê di rojên pêş de eşkere bibe. Lê kota ji niha ve diyar bûne. Li gorî vê yekê, ji partiyên siyasî re ji sedî 45, ji jinan re ji sedî 40, ji rêxistinên civakî yên sivîl re ji sedî 35, ji ciwanan re ji sedî 10 û ji şexsiyetên serbixwe re ji sedî 10 hat veqetandin.

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatin wergirtin, hejmara delegeyên beşdarî kongreyê bibin 500 e. Di nava karên pratîkî de şandina vexwendîname jî heye. Her weha komîteyên werin avakirin, wê pêşnûmebiryaran amade bikin ku pêşkêşî kongreyê bikin. Di pêşnûmebiryaran de wê ne berjewendiyên partiyan, berjewendiyên netewî li ber çavan bên girtin. Her weha wê were xwestin ku navgînên pêwîst bên birêxistinkirin ku bicihanîna van biryaran bişopînin.

Jêder ANF