500 sal derbas bûn | Beş 2

500 sal derbas bûn | Beş 2

Li rex du sedemên sereke çend sebebên din jî bûn sebeb ku Yavuz Sultan Selîm an jî hemen Sultan Selîmê Yekê hêrişî Îranê bike:

1. Serokê êla Teklo ku wek xelîfeyê Şah Îsmaîlê Sefewî dihate naskirin li gelek herêmên Asiya Biçûk dest bi tevkujiya xelkê wira kir ku bi mezhebê xwe tev Sunnî bûn. Bi kuştina zêdetir ji 15.000 kesan re hemû mal û miklê wan jî hate talan kirin. „Şîiyên nûhatî“ bi karekî wiha re çiqas ku dem diçû kîn û kerba Sultan Selîmê Yekê li dijî xwe zêde û zêdetir dikirin.

2. Hakimê Amedê kesekî alîgirê Şah Îsmîl û Qizilbaş bû ku wek xelîfeyê wî, hakimê wira bû. Navê wî Mihemedxan Istacilo bû. Wî bi şandina nameykê ji Sultan Selîm re wiha nivîsîbû:“ Ger tu têy şerê me şûrekê jî li pişta xwe girê bide, lê ger wiha nekî kincên jinan bike ber xwe û ji vir û şûnda jî navê mêr û mêraniyê neîne“!.

3. Piştî mirina Sultan Bayezîd( bavê Sutan Selîmê ) pismam û reqîbê wî reviyabû Îranê. Sultan Selîm ji Îraniyan dawa kir ku pismamê wî teslîm bikin, lê Şah Îsmaîl daxwazeke wiha nepejirand. Li hemberî redkirina vê daxwazê hezaran kes ji Şîi an jî Elewiyên di nava sinorên împeratoriya Osmanî de hatine kuştin û sirgûnkirin.

Van kiryar û gotinên wiha neçar pilanên nû danîn ber birêveberên Osmanî. Wan nedikarî li kêleka xwe bihêzbûna dewleteke cîran a serbixwe ku bi mezhebê xwe Şîi û xwedî ramanên radîkal û fenatîk bûn, bipejirînin. Wan xwe amade dikir ku bi hêrişeke bêeman re hemû Ewropa bêxin nava sinorên berfireh ên împeratoya xwe, lê pilan û xeyalên Şah Îsmaîl ew neçar kirin ku berê şerê xwe bidin roavayê Îranê ku wek axa Kurdistanê xwedî xêr û bêreke mezin bû.

 

Nameya Şah Îsmaîl

Şah Îsmaîl xwendineke kûr li ser rewşa Osmanîyan hebû, lê nedizanî ku artêşa wan xwedî çek û silehên modernin ku ji Ewropiyam standibûn. Çekên weke topê giran û topxaneyeke baş ku qedera siyasî a jiyana Şah Îsmaîl gûherî û nehêla pilanên wî cî bi cî bibin. Wî beriya şer di nameyekê de ji sultanê Osmanî Yavuz Selîmê Yekê re wiha nivîsîbû:“… piraniya rûniştivanên di nava sinorên desthilatdariya împeratoriya Osmaniyan de alîgir û peyrewên rêbaza min ya olî ne…“.

Padişah û serleşkerên Osmanî baş dizanîn ku li Anadolê kesên weke Nûr Elî( hakimê Erzinganê) û hemû kesên silsileya Zû-elqedr li Meraşê alîgirên Şah Îsmaîlê Sefewî ne.

Bi vê rewşê re hakimên Osmanî baş dizanîn ku ger ew rê li ber vê pêvajoya siyasî û nû a Îraniyan negirin, di paşerojê de yê pirsgirên mezin ji wan re çêbibin. Çimkî Şah Îsmaîl bi siyaseteke zîrekane û hurmeta bêdawî ji mezinên ola Şîigeriyê re bibû kesekî xwedî karîzma. Wî di demeke kin de bala Îranîyên ku gelek girêdayî ola Şîigeriyê bûn, kişandibû ser xwe. Ew kom bi kom li dora wî civîyan û jê dawa kirin ku piştî 850 salan ew bibe padişahê wan daku êdî ji destê hakimên Ereb rizgar bibin. Weke ku dîroknivîs didin diyarkirin ger Şah Îsmaîl di şerê Çaldiran de li hemberî Osmanîyan biserketibiya, yê bibûya xwediyê hêzeke mezintir ji hêza Tîmûrleng( 1335 – 1405 ). Tîmûrê ku bi leşkerkêşî û rakirina fermanên hovane li hemû cihanê navdar bibû.

 

Encamên hovane û dijmirovahiyê!

Di reqabeta du sultanên Osmanî û Sefewî de zirara herî mezin xelkê sivîl didît. Qirkirina mirovan di nava sinorên her du aliyan de bibû karekî rojane. Dema hezaran kes bi navê wê hindê ku bi mezhebê xwe „Sunnî“ ne li Îranê dihatine kuştin, hevçax zêdetir ji 40 hezar kes ji Elewîyên Erzingan û Mereşê jî bi destûra Sultan Selîmê Yekê hatine kuştin. Hezaran kes birîndar û hejmareke bêhisab jî ji welatê wan hatine dûrxistin.

Em heta roja îro jî li Îran, Îraq, Sûriyê û Tirkiyê dijberî û kîneke mezin di navbera alîgirên mezhebê „Sunnî û Şîi, Elewî û Sunnî“yan de dibînin. Îro jî Elewî li Tirkiyê tên kuştin. Li Îranê hê jî Kurd nikarin bi azadî ji mezhebê xwe re propagandeyan bikin. Li Îraq û Sûriyê tirseke mezin heye ku „piranî“ yên „kemtir“ ji xwe bi yekcarî qir bikin. Li Tirkiyê jî Elewî û komên din yên olî û etnîkî têne serkût kirin.

Yek ji encamên herî tehil yên şerê Çaldiran ev êşa giran bû ku hê jî di navbera alîgirên du mezheban de şer û hevrikî berdewamin.

Encameke din ya şerê Çaldiran hejmara kuştiyên du aliyane. Hejmara diyar wiha ye: 27.654 kes ji esker û şervanên Îranî hatine kuştin. Ji leşkerê Osmanîyan jî zêdetir ji 41.000 kesan hatine kuştin!. Hejmara şervan an jî leşkerên Îranî ên beşdar di şerê Çaldiran de bi giştî 40.000 kes û ya Osmanîyan jî 100.000 kes bûye.

Sefewî heya mabûn mezintirîn dijberên Osmanîyan bûn. Wan dixwest bi şer û zora milan careke din sinorên Îranê yên serdema Hexamenşiyan, Eşkaniyan û Sasaniyan zindî bikin. Wan şîna Îmam Husên û 72 hevalên wî kirine karekî salane û berdewam ku îro jî di nava Şîiyan de roja kuştina îmam Husên bi merasimeke taybetî tê bibîr anîn!. Ew di roj û minasibetên wiha de hêza xwe ya hevgirtî li dijî Sunnîyan didin xuyanîkirin.

Padişahên Sefewî karek kirin ku mîmariya Îranî pêş bikeve û ji bo dûrxistina xelkê ji çanada Ereban du bajarên Meşhed û Qom kirin navendên xwe yên olî. Meşhed bajarê ku mezarê îmamê heştemîn yê Şîiyan Riza têdeye û Qom jî navanda mektebên olî ye. Beriya wê piranîya xelkê di çaxê helkeftên dînî de seredana Kerbela û Necef dikirin.

 

Qehremanên şer û pehlewanekî Kurd

Di çaxê Sefewîyan de li bajarê Bane xortekî Kurd hebû ku navê wî li her derê li ser zimanê xelkê bû. Navê wî Sarûbîre bû lê bi navên mîna „ pilingpoş û Sohrabê Zorab“ jî dihate bang kirin. Wî nedizanî wateya tirsê çi û çawaye.

Şah Îsmaîl diçe Banê û di kombonekê de ji fermandarên leşkerê xwe daxwaz dike ku bi wî re bikevin kêbirkiyekê û di hizûra wî de xwe li hev bidin. Pehlewan, şervanên naskirî û fermandarên Şah Îsmîl ev kesên he bûn: Rostem Kilaw Çermîne, Qûrban Elî Qeredaxî, Ehmed Xanê Erdebîlî.

Sarûbîre ne çubû xwendingeheke leşkerî, lê şerê jiyanê û sirûşta çiyayî a Kurdistanê ew hinî gelek dersên giran kiribû. Ew di wê azmona dîrokî de û li pêşberî çavê hezaran kes ji himwilatiyên xwe bû pehlewanê yekemîn. Piştre wek tê gotin diyaloga jêr di navbera Şah Îsmaîlê Sefewî û Sarûbîre de derbas bû:

–          Ş. Îsamîl: Sarûbîre gelo tu amadeyî ku bêye nava leşkerê min û xizmetê bikî?.

–          Sarûbîre: Ti pêwîstiya min bi xizmeta di nava leşkerê te de tune, çimkî ez û hevalên xwe bi rêya nêçîrê debara jiyana xwe dikîn.

–          Ş. Îsmaîl: Sarûbîre ez dizanim ku pêwîstiya te bi min nîne, lê pêwîstiya min bi te û ciwanên netirs yên vî welatî heye. Heyfe ku jiyana ciwanekî mîna te tenê bi karê nêçîrvaniyê derbas bibe, ger tu werî nava leşkerê min, yê pir pêşbikevî. Çimkî tu kesekî zîrek, tîrhavêjekî çalak û jîrî. Yê bigehî pile û derecên mezin. Ez jî yê sûdê ji te bistînim.“

Di dawiyê de tevî ku ew ji dil naxwaze bibe kesek ji kesên di nava artêşa Sefewiyan de, lê daxwaza Şahê Sefewî dipeijrîne û wiha dibêje:“ Ez li vira bi tenê najîm û hejmareke hevalên min hene ku bi min re ne û divê em tim bihev re bin. Ji ber wê jî ger ez pêşniyara te bipejirînim divê dest ji wan berdim, ev jî karekî baş nîne…“

Şah Îsmaîl bi vê gotinê re ew rê jî li ber girt û jêre got:“ Hekes û çend kes ku tu bixwazî bila bi tere bên û di nava rêza leşkerê min de cih bigirin.“

Di şerê Çaldiran de ew fermandarekî jîr û bi bêtirs hêrîşî topxaneya Osmaniyan dikir û gelek top jî bi şûra xwe têkşikandin. Ew di roja sêyê ya şer de hate kuştin, lê nimuneyek bû ji şervanên herî cesûr, mêrxas, zîrek û fîdakar. Di karekî wiha de her kes û bi taybetî Şah Îsmaîl bixwe jî şahid bû ku wî çi li ser xwe nehêla.

Mezarê Sarûbîro û şervanên din yên şerê Çaldiran li ziyaretgeha bajarê Erdebîlê a bi navê „ Şehîdgah „ê ye ku li kêleka mezarê Şêx Sefyedînê Sefewî hatine veşartin. Hemû salê hezaran kes seredana mezarên wan dikin.

 

Sedemên şikestê

Îranî di şerê Çadiran de bi qasî sê rojan li hemberî Osmanîyan sekinîn, lê ji ber zêdebûna hejmara leşker û çek û silehên weke top û karê berdewam yê topxaneyê leşkerê Osmanîyan biser ketin û piştre Yuvuz Sultan Selîm heya bajarê Tebrêz çû ku hingî paytexta desthilatdariya Îsmaîlê Sefewî bû.

 

Sinor û axa berfireh

Di destpêka selteneta Sultan Selîm de berfirehiya axa împeratoriya Osmanî 2.375.000 kilometroyên çargoşe bû lê piştî heşt salan wî karî vê berfirehiyê bigehî 6.557.000 kîlometroyên çargoşe. Ew kesekî bêrehim û li dijî dijminên xwe dilreq bû. Fesad an jî gendelî di îdareyên dewleta wî de pir zêde û kesên li dijî Osmanîyan serî hildidan wek „ îsyanger an jî sûçdar “ dihatin binav kirin. Biçûktirîn siza ji îsyangeran re jî kuştin bû. Herwiha destûrên olî ên hişk û bêwate jî di sîstema birêveberî û siyasî ya Osmanîyan de bû sedem ku sal bi sal gel ji wan dûr bikevin.

 

Kurdistan piştî şerê Çaldiran

Li pey şerê Çaldiran her du împeratorî dîsan weke dewlet li her du aliyên Kurdistanê xwedî hikûmet bûn. Wan êdî navê pirsa Kurd kiribûn „pirsgirêkên sinorên di navbera me de“. Li du aliyên sinor Kurd dijiyan û serhildanên wan pirî caran peymanên siyasî di navbera du aliyên serdest de da dane îmzakirin. Peymanên Qesrî Şirîn, Sayks Pîko, Seidabad, Sever û Lozan û elbete çendîn pirotukolên hevkariyê di navbera du aliyan de ew girêbestên siyasî bûn ku Kurdistan kirin çar perçe. Kurd jî bêdeng û çalakî nebûn.

Li Îranê yekemîn serhildana siyasî li hemû Kurdistanê di sala 1608 zayînî de û di bin serokatiya Emîrxanê Lepzêrîn an jî Emîrxanê Biradostî de li Ûrmiyê( Sedsala 17an di çaxê împiratoriya Sefewî de ) çêbû. Ew li dijî hatina Sefewîyan bo Kurdistanê bû ku li pey şerê Çaldiran êl û eşîretên weke Efşarî dianîn Kurdistanê û Kurd jî ber bi Xurasan û herêmên din yên Îranê koçber dikirin.

Serhildanên siyasî

Serhildanên sdsala 19an li Kurdistanê û li dijî du dewletên serdest wiha bûn:

  • 1806Serhildana BabanEvdirehman Paşabegê Baban
  • 1808Serhildana Bingazê, ku berdewama Sehildana Baban bû.
  • 18291890Serhildanên Cizîrê li Botan
  • 1832– ŞerêMîr Mihemedê Rewandûzî li dijî Osmanîyan.
  • 1837Serhildanên Êzidiyan,Serhildana Şingalê ku tevkujiyeke mezin bixwe re anî û nêzî 10.000 Kurdên Êzdî hatin kuştin.
  • 1843Serhildana Botan a yekem,Serhildana Mîrê mezin Mîr Bedirxan Begê Botanê.
  • 1843Serhildana Colemêrgê ku li pey şikesta Kurdan kela Colemêrgê hate wêran kirin.
  • 1846Serhildana Yezdanşêr li Botanê
  • 18551958Serhildana Mîrê Botan ya duyemîn.
  • 1879-1880 –Serhildana Şêx Ûbeydullah Nehrî li Hekarî û Ûrmiyê li dijî du împiratorên Osmanî û Qacarî.

 

Serhildanên sedsala 20an jî wiha bûn ku êdî Sefewî nemabûn û Osmanî jî ber bi têkçûnê ve diçûn. Yanî ji 1916an heya 1921 ku Osmanî û Qacarî li ser kar bûn.

–       1905 serhildan û şehadeta Cewer Axayê Şikak li dijî Qacariyan

  • Adara sala 1916Serhildana Dêrsim ya yekemîn
  • 1919 – Serhildana Elîyê Batê li bakurê Kurdistanê.
  • 1919 Serhildana Şêx Mehmudê Berzencî
  • 1919 Serhildana Qedemxêra Lek ( Li Îlamê )
  • 1907 -1930 – Serhildana Simkoyê Şikak
  • 1921Serhildana Koçgiriyê.

Li pey van serhildanan komar û dewlet li ser axa Osmanî hatin ava kirin, lê Kurdan nekarî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

 

Dersên girîng

Dersên ku Kurd dikarin ji şerê Çaldiran bistînin pirin, lê bi ya min dersa herî girînge ewe ku li pey derbasbûna 500 salan re niha dem û şert pir başin ku bi çêkirina yekîtiyekê re em jî bibin xwedî dewlet û kiyaneke xwe a serbixwe. Stratêjiyek hevpar dikare qedera Kurdan bigûherîne.

 

Jêder û çavkanî:

–       Tarîxê Îranê Bastan ( Bi zimanê Farsî)

–       David Nicolle: The Janissaries. Osprey, Oxford 1995

–       نصرالله فلسفیجنگ چالدران ۱ – روابط ایران و عثمانی در آغاز دولت صفوی(Şerê Çaldiran 1- Peywendiyên Îran û Osmanîyan di destpêka dewleta Sefewî de – Nivîsîna lsefî – Bi zimanê Farsî.

–       Serhildana Kurdan li sala 1880an – Dr. Celîlê Celîl

–       Dilaweranî Kurdî Gumnaw – nivîsîna Hebîbulah Tabanî ( Wereger ji Farsî: Wirya Qanîi ).

 

500sal_1 500sal_2 500sal_3 500sal_4 500sal_5 500sal_6