6 xorta destdirêjiya keçekî 16 salî kirin

6 xortan keçek revandin û bi zorê destdirêjî kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê li Hewlêrê bûyerekî seyr û rûreşî hate jiyandin. Li gorî nûçeyê keçeke Kurd ku ji Rojava hatiye û li Hewlêrê kar dike bû ermanca destdirêjiya rigezî ya çend xortan. Li gorî nûçeyê hate gotin ku roja 06.01.2014 ê demhijmêr derdorê 19:00 ê êvarê keça bi navê S.H ku temenê wê 16 salî ye dema ji karê xwe vedigere, navgihîneke sipî ya Honda li def wê radiweste û du xort jê dadikevin, ev xortana keçikê bi zorê dixin nava navgihînê.
Keçika şanzdesalî ku bûye armanca êrîşeke rûreşiyane ji aliyê çend xortan ve ji rûdawê re got ku dema ew xistina nava otombîlê dev û çavên wê girêdane.
Li gorî agahiyên keçika şanzdesalî xortên destdirêjker ew birine derveyî Hewlêrê û li wira van zorê destdirêjî li keçikê kirine û ew li derveyî Hewlêrê ciyê bûyerê hiştine û çûne. Keçikê diyar kir ku malbatekî ciyê bûyerê bi Hawara wêve çûne û anîne radestî Asayişa Hewlêrê kirine.
Piştî giliyê keçikê Asayişa Hewlêrê lêkolîn daye destpêkirin û tê hêvîkirin ku di demekî kin de ser bûyerê daxuyanî bête dayîn.