ENKS: Şanda ku li Enqerê ne, bi navê DBKê neçûne

ENKS: Şanda ku li Enqerê ne, bi navê DBKê neçûne
Nûnerên ENKS’ê di Desteya Bilind ya Kurd (DBK) de ragihandin, şanda ku li paytexta Tirkiyê Enqerê di rayedarên wî welatî re hevdîtinan pêk tîne, bi navê Desteya Bilind neçûye.
Di daxuyaniyê de ku duh (09.10.2013) hatiye belavkirin, hatiye gotin ku, ew şanda ku niha li paytexta Tirkiyê Enqerê ye bi navê Encumena Niştimanî ya Kurd û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê çûye Tirkiyê.
Nûnerên encumena kurdî di Desteya Bilind de diyar kirin ku ev çend rojin di medyayê de belav bûye ku ew şand bi navê Desteya Bilind e, lê belê nûnerên han tenê bi nûnertiya ENKSê çûne Tirkiyê nek bi navê DBKê.
Ev çend rojin şandeke Rojavayayê Kurdistanê ku 2 nûnerên encumena gel û 2 nûnerên encumena kurdî li xwe digire, bi serdanekê li Enqerê ne û digel berpirsên Wezareta Derve ya Tirkiyê û nûnerên çend welatên rojavayî jî hevdîtin pêk anîn.

Rudaw