Parlamena Kurdistanê yekemîn rûniştina xwe encam da

Parlamena Kurdistanê yekemîn rûniştina xwe encam da

Îro danê sibê rûniştina yekem  ya gera çaremîn a Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û parlamenterê herî bi temen Mihemed Salih Seîd ku parlamenterê nû yê Partiya Demokrate, serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir.

Piştre parlamenter hatin vexwendin daku li gor rêza navan sund bixwin û dest bi sundxwarinê kirin. Li gor bernameya kar a îro, divabû namzetên serok, cîgir û sekreterê parlamentoyê bên diyarkirin, lê nehatin diyarkirin û bo rûniştina din ma bêyî wêya ku dema rûniştinê were destnîşan kirin.

Ji ber aliyên siyasî hê li ser wan postan lihevnekirine, ev mesele nehat çareserkirin, heta wê dema aliyên siyasî yên Kurdistanê digihin rêkeftineke hevbeş. Herwiha piştî sundxwarina parlamenteran, rûniştin bi dawî bû. Heta hilbijartina serokê parlamenê pêk bihêt dê Mihemmed Salih Seîd serokatiya parlamenê bike.

Ligel wêya ku alî li ser hilbijartina wan meqaman negehiştine rêkeftinekê, di heman demê de mixalefetê ragehandibû ku eger îro hilbijartin were kirin dê ji rûniştinê vekişin.

Ji aliyekî din ve serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Erselan Bayîz li salona parlamentoyê ragehand ku baş nabîne îro desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê were destnîşankirin, heta ku aliyên siyasî li ser wan postan digihin rêkeftinekê.