Agahiyên nû derbarê tendirustiya Talabanî de

Çavkaniyeke taybet ji Elmanyayê ragehand ku ji sedî 50’ê laşê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê İraqê Celal Talabanî felc bûye û niha nikare biaxife, herwiha beşê din ê laşê wî jî berdewam tê mesajkirin. Lê belê serkirdeyekî YNK’ê tekez kir ku rewşa tendirûstiya Talabanî baş e û ofîsa wî jî mizgîniya vegera wî da xelkê Kurdistanê.
Doh ajansa Basnewsê ragehandibû ku ew dê derbarê tendurustiya Mam Celal de agehiyan bidin. Îro ew nûçe hate belav kirin.
Li gor nuçeyê çavkaniyeke taybet ji bajarê Berlînê yê paytexta Elmanyayê agahiyên nû û girîng ên li ser rewşa tendirûstiya Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî bi dest rojnameya Basê ketine. Li gor agahiyan, piştî ku li nexweşxaneya Charite ya Berlîna paytexta Elmanyayê doktorên Talabanî nema karîn tiştekî bikin û rewşa tendirustiya wî biguherin, wî dişînin nexweşxaneyeke din heman bajarî bi navê Ria Clinic. Ew klînîkên wiha ji bo isrehet û derbaskirina jiyana berî mirinê ne ku nexweşên bi temen û yên di rewşa Talabanî de dema xwe li wir derbas dikin.
Celal Talabanî roja 17.12.2012’ê li bajarê Bexdayê krîza mêjî derbas kir û nêvî ji laşê wî felc bû, piştre jî nema karî biaxife û yekser rakirin nexweşxaneya Charite ya Berlînê û li wir jî rewşa wî xirabtir bû û nema kesî nasdike. Tişta ku niha karbidestên YNK’ê û bi taybetî malabata Talabanî derbarê rewşa Talabanî de belav dikin, wê yekê red nakin ku rewşa Mam Celal bi tevahî têk çûye û êdî heta mirinê ji derbketî dimîne, herwiha tu zanyarî bi kesî re nînin ku behsa başbûna Talabanî bikin. Tenê hinek daxwiyanî tên dayîn ku qaşo roj bi roj rewşa Talabanî ber bi başbûnê ve diçe.
Çavkaniya taybet a Basê ku li bajarê Berlînê peydeçûn û lêkolîneke hûr li ser rewşa Talabanî kiriye, kariye xwe bighîne hinek karmendên nexweşxaneyê û li derveyê nexweşxaneyê, li kafe û cihên giştî yên bajêr çend caran ligel wan rûne û xwe bighîne hinek agahiyên rast.
Yek ji wan karmendan ku bi regez Elman e, wiha dibêje: ’’Serokkomarê İraqê Talabanî, ji sedî 50’ê laşê wî felc bûye û nikare bi hîç awayekî biaxife. Tişta niha ji Talabanî re tê kirin tenê ew e ku ew beşa felc nebûye rojane tê firkandin, wate mesaj jêre tê kirin.’’
Wî karmendî herwiha gotiye ku dema li Kurdistanê ji bo Talabanî fîşekên kêfxweşiyê hatine avêtin û çend kes birîndar bûne bi yekcarî şok bûne û dibêje: ’’Bi rastî em nizanin çima rewşa Talabanî wiha bi giranî girtine dest û ji xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê tê veşartin.’’
Her di peydeçûn û lêkolînê de heman çavkaniyê karmendekî din ê wê nexweşxaneyê dîtiye û wî karmendî gotiye: ’’Dema karmendek diçe odeya Serokkomarê İraqê Celal Talabanî baş tê kontrolkirin û nikare hîç tiştekî bi xwe re bibe hundirê odeyê, ji ber tirs ji wê yekê heye neku dîmenên vîdyoyî yên Talabanî bên girtin. Em ji vêna fam dikin, ji ber kes naxwaze Talabanî di vê rewşê de bibîne ku gelekî cuda ye ji wê dema serkirdeyekî çalak bû. Bi kurtî rewşa niha Talabanî têde ye îspat dike ku heta mirinê dê Talabanî wiha jiderbketî bijî.’’
Çavkaniya taybet a Basê herwiha got: ’’Di hevdîtina me ya ligel du karmendên din ên heman nexweşxaneyê û yekî din ên Nexweşxaneya Charite ku berê Talabanî lê bû, heman ew axaftin bi awayekî cuda dubare kirin û hemû li ser wê yekê hemfikir bûn ku êdî tu wateyeke pizîşkî nemaye û divê heta mirinê di nav cihan de be.’’
Lê belê çavkaniyekê ji ofîsa Sekreterê Giştî yê YNK’ê ya Hewlêrê ew hemû îdîa red kirin ku qala têkçûna rewşa tendirustiya Talabanî dikin û herwiha ragehand ku Talabanî di van nêzîkan de vedigere û ew dezgahên ku behsa têkçûna tendirustiya Talabanî kirine rû reş dibin.
Heman çavkaniyê bi hinceta ku tenê doktorê Talabanî, Dr. Necmedîn Kerîm dikare daxwiyaniyê li ser tendirustiya Mam Celal bide, nexwest navê xwe eşkere bike û got: ’’Tendirustiya Mam Celal gelekî baş e û agahiyên me hene ku di van nêzîkan de vedigere Kurdistanê, wê demê jî wan dezgahên ragehandinê yên ku bi xirabî behsa tendirustiya Mam Celal kirine, şermezar dibin.’’
Li ser heman mijarê Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arif Ruşdî ji Basê re tekez kir ku roj bi roj tendirustiya Mam Celal ber bi başbûnê ve diçe û got: ’’Tendirustiya Mam Celal cîgir e, lê egera dem û vegera Mam Celal nîne.’’
Herçiqas Wikipedia berî çend rojan roja ji dayîkbûn û mirina Mam Celal nivîsîbû, mirina Mam Celal wek 26.10.2013 diyar kiribû, lê belê piştî nerazîbûneke zêde ji aliyê torên civakî ve beşa mirinê jê bir.
Basnews