Ahmed Turk ji bo şaredariya Mêrdînê xwe namzet nîşanda

Ahmed Turk ji bo şaredariya Mêrdînê xwe namzet nîşanda

Parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê KCD Ahmed Turk ji ajansa nûçeyan a Dogan re axivî û diyar kir ku ew dê ji bo şaredariya bajarê mezin yê Mêrdînê xwe wekae namzet nîşan bide.

Ahmed Turk diyar kir ku wî biryar daye ji bo şaredariya bajarê mezin yê Mêrdînê bibe namzet û da zanîn ku ew dê ligel 11 kesên din hilbijartinekê pêş bikin. Tudk got: ”Min biryar daye ez dê bibim namzet. Ji ber qedexeya siyasî ya li ser min ez nikarim ji partiyekê bibim namzet, ji ber vê ez dê serbixwe beşdar bibim. Bi tevê min yanzdeh berendamên din jî hene. Dê hilbijêr biryarê bidin. Heger di hilbijartina pêş de ez derbikevim dê xwe bikim namzetê şaredariyê.”