Ahmedinejad: ewên bi navê îslamê xwe dikujin komek ehmeqin!

Ahmedinejad: ewên bi navê îslamê xwe dikujin komek ehmeqin!

Serokkomarê Îranê bal kêşa ser xeteriya siyonîstî ya li cîhanê û şiyarî da Tirkiyê.

Serokkomarê Îranê Mahmûd Ehmedînejad li paytext Tehranê di ahenga Roja Qudusê ya Cîhanê de axivî û got ku Tirkiye di nava xeterê de ye. Ehmedînejad der barê komên çekdar yên radîkal yên îslamî jî got ku mirovan dixapînin ku kesên bê guneh bikujin.

Ehmedînejad li zanîngeha Tehranê beriya nivêja înê axivî û diyar kir ku dewletên emperyalîst ji bo hindek welatên herêmê planan saz dikin û Tirkiye jî di nava wan welatan de ye ku metirsî li ser heye.

Ahmedinejad got: “Tirkiye di nav xeterê de ye. Îraq, Urdun, Erebîstan û welatên kendavê, yên Bakûrê Efrîqa jî di nav xeterê de ne. Dewletên emperyalîst ji bo van welatan planên xeter pêş dixin”.

Ehmedînejad der barê komên radîkal yên îslamî jî axivî û da zanîn ku komên îslamî mirovan bi navê cîhad û bihûştê dixapînin û wan dişînin xwekuştinê. Ehmedînejad got: “Komek ehmeq peyda kirine û ji bo wan dibêjin heger tu xwe bikujî dê bikevî paxila sedan huriyan. Tu dê li gel pêxemberan nimêj bikî. Ev kes serê jin û zarokan jê dikin, gundan dişewitînin, ew siyonîstin, tenê şiklê wan mislimane. Eve tenê mislimanan dikujin”.

Rewanbej.net