AKP li hember operasyonan tedbîrên qanûnî digre

AKP li hember operasyonan tedbîrên qanûnî digre

Hikûmeta AKP’ê ji bo carek din li dijî wê û alîgirên wê operasyoneke din neyê kirin, qanûnên nû amade dike. Carekê bi şîr devê wê şewitî û niha jî xwe hildide saxlemiyê.

Dengvedana pevçûna di navbera hikûmeta AKP û Cemaeta Gulen de berdewam dike. Ji aliyekê ve li dijî hev daxuyaniyên tund didin û ji aliyê din ve alîgirên hev yên li ser erkên giring ji kar digrin. Hikûmeta AKP’ê ji bo carek din li dijî wê û alîgirên wê operasyoneke din neyê kirin, qanûnên nû amade dike. Ji ber ku di operasyona bertîl û gendeliyê de polîsan agahî nedane berpirsên xwe tore bû û ji bo jinavbirina wan polîsan li qadên polîs û dadgeriyê dest bi operasyoneke mezin kir. Niha jî bi guhertina rêvebernameyê hewl dide nehêle hêzên ewlekariyê  û jendermeyan bêyî destûr operasyonan bikin.

Ev qanûn bi navêRêvebernameya ji nûve sererastkirina karûbarên hêzên ewlekariyê ya li hember rûdanên edlî ye. Ev rêvebirname ji aliyê Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Navxweyî ve tê madekirin. Fermaname jî di Rojnameya Fermî hat weşandin û ket meriyetê. Li gorî guhertina vê rêvebernameyê êdî berpirsên ewlekariy3e bêyî destûr nikarin operasyonê li dijî tawanên edlî jî bikin.