AKP’ê bi xwe pêşniyaza xwe red kir

AKP’ê bi xwe pêşniyaza xwe red kir

Parlementerên AKP’ê di meclîsa Tirkiyê de pêşniyaza ku ji aliyê partiyan wan ve hatiye kirin jî bi xeletî red kirin.

Parlamenterên AKP’ê wesa fêr bûne ku hemû pêşniyazbiryarên partiyên opozîsyonê red bike. Ji ber vê jî car bi car xwe şaş dikin û dema ku dibînin parlementerên partiyên opozîsyonê pêşniyazên wan erê dikin vê carê ew bi xwe pêşniyazên xwe red dikin. AKP’ê der barê ’mafê karmendên tendurustiyê’ de pêşniyaz biryarek pêşkeşî dengdana parlemenê kir lê heman pêşniyaz bi dengê parlementerên AKP’ê hate red kirin.

Parlementerên ku ji vê rewşê hayîdar bûn îtîraz kirin lê belê alîkarê serokê meclîsa Tirkiyê Sadik Yakût got ev bend hatiye erê kirin û êdî çi çareya paşde vegerandinê nîne. Her çend parlementerên partiya desthilat diyar kirin ku beriya dengdanê Yakût ne gotiye eve bende û gotiye xale jî lê pêşniyazbiryar hate red kirin. Niha jî ji bo ev xal ji nûve bikeve dengdanê lêgera formûlek nû dikin.

Der barê vê mijarê de parlementerê CHP’ê yê Îzmîtê Heyder Akar diyar kir ku parlementerên AKP’ê destpêkê pêşniyazeke opozîsyonê red kirin, pêşniyaza pişt wê de jî red kirin lê ne di haya wê de bûn ku ev pêşniyaz ya partiya wane. Akar rexne li perlementerên partiya desthilat kir û got; ’ Ew yasayan naxwînin, parlemenê naşopînin, di meclîsê de amade nabin, dema dengdan dibe bi bez û bez dihên û dengê xwe bi kar dihînin. Piştî hingî jî wesa şaş dikin.

Eve ne cara yekê ye

Di sala 2008’an de jî dema Qanûnên derbarê ewlekariya sivakî de dihatin nirxandin dîsa bûyerek heman awayî rûda. Serokê koma AKP’ê Bekir Bozdax ji bo heqdestê karmendên xudan zarok yên xanenişîn bûne bihête zêde kirin pêşniyazek pêşkeş kir. Di meclîsê de dema parlementerên opozîsyonê ji bo erê kirina vê pêşniyazê destê xwe bilind kiribûn, lê vê carê parlementerên AKP’ê destê xwe ji bo red kirina vê pêşniyazê bilindkiribûn.