Albûma Keyhan Kelhûrî û Erdal Erzincan derket

Albûma Keyhan Kelhûrî û Erdal Erzincan derket

Li gor nûçeyekê sîteya Peyamnêr (PNA) albûma hunermendê Kurd Heyhan Kelhûr, li gel hunermend Erdal Erzîncan ji aliy kompaniya ACM ve hate tomarkirin.

Li gor nûçeyê ev berhema her du hunermendan bi awayekê rastewxo ji konsera her du hunermendan ya li bajarê Bursaya Tirkiyê hate tomarkirin. Çav li rêye ku di demek nêzîk de ji aliyê kompanya muzîkê ya “E. C . M” bihête belavkirin.

Hunermend Erdal Erzîncan, di sala 1971’an de li bajarê Erzerûmê ji dayik bûye. Ji temenê zarokiyê ve amêrî baxleme lê dide. Di sala 1985’an de ji bo fêrbûna vê amêre deçe  gel hunermendê navdar Arif Sax. Di sala 1989 diçe konserwatûwara muzîkê. Di sala 1994 yekemîn albûma xwe tomar dike. Û piştî hingî çendîn albûmên din belav dike û beşdarê konseran dibe. Erdal Erzîncan li Tirkiyê weke baştirîn şagirtê Arif Sax dihête nas kirin.

Erdal Erzîncan li gel hunermendê nawdar yê kurd Keyhan Kelhur, di sala 2004’an de zincîre konsêr pêşkeş kir û albûma bi navê “Ba” li giştî cîhanê û ji aliyê kompanya ECIM  li Îranê jî bi nawî “”heta biyabanî dûre dest” hate belav kirin.

Keyhan Kelhurr berhema xwe ya dawî ya li gel Erdal Erzîncan roja 7 Hezîrana 2013’anli festîvala navnetewî ya muzîkê Etno Porrt li bajarê Poznan ya Polonyayê pêşkeş kir.