Almanya IPhone qedexe dike

Almanya IPhone qedexe dike

Almanya cureyê telefonên iphone yên hîşmend û online li parlamenter û berpisên paye bilind yên welatên xwe re qedexe dike.

Li gor nûçeya ajansa Rusyayê AliumRIT, piştî ku sîxurê berê yê CIA û NSA yê Edwar Snowden aşkira kir ku Amerîka telefonê berpirsên 35 welatan guhdar kiriye, Almanya jî biryar da ku cureyê telefonên iphone qedexe bike.

Demek beriya niha di ajansan de hate ragehandin ku îstîxbarata Amerîkayê ji sala 2002’yan û pêve serokwezîrê Almanya Ancella Merkel guhdar kiriye. Ev agehî bibû cihê nerazîbûneke tund.

Ji ber hindê jî her du partiyên sereke yên Almanyayê biryar dan ku yasayekê der barê qedexekirina i phone de pesend bikin.

Li gor nûçeyê, kompanya  (Apple) peymanek nehînî li gel îstîxbarata Amerîkayê çêkiriye û DATA yekê taybet dixe nava cîhazan û bi rêyê xudanên wan dişopîne.