Aloziya Ukrayna vegeriya pevçûnên bi xwîn: hejmara miriyan ji 100 derbas kir

Aloziya Ukrayna vegeriya pevçûnên bi xwîn: hejmara miriyan ji 100 derbas kir

Aloziya i Ukrayna vegeriya pevçûnên bi xwîn û li gor agehiyan hejmara miriyan ji 100 bêhtire û muxalîfan jî 67 poîs dîl girtine. Bi roxmê ku şevê din di navbera Serok Komarê Ukraynayê Vîktor  Îanukovîch û lîderên muxalif de argirbest hate îlankirin jî, îro sibehê peçûnên dijwar destpêkir.

Li gor agehiyên ku ajans didin hejmara miriyan ji sedan zêdetire û mûxalîfan jî 67 poîs dîl girtine.  Ajans dibêjin cenazeyên xwe pêşanderan li kolanan mane.

Muxalîfan îro meydana azadiyê ya paytext Kîevê cardin ji dest hêzên hikûmetê derxist. Li servê bûyerê pevçûn dijwar bûn. Koordînatorê Tiba Edlî ya EuroMaidan, Svyatoslav Khanenko diyar kir ku cenazeyên ku gehiştine cem  wan jî hemû bi gule hatine kuştin.

Ji aliyê din ve berdevkê polîsan aşkira kir ku, 20 polîs birîndar bûne. ji ber vê wan jî mafê xweparastinê bikar aniye.