Amerîka Êrîşên Teroristî yên Hewlêrê Şermezar Dike

Balyozxaneya Amerîkî li Îraqê bi tundî êrîşa li dijî avahîya asayişa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê şermezar kir.
Di peyamekê de roja Duşemê, balyozxaneya Amerîkî herwiha sersaxî li malbatên qûrbanîyên êrîşên teroristî yên paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Balyozxaneya Amerîkî ragihand ku hikşmeta Amerîkî wê berdewam be li piştgirîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikşmeta Îraqê û gelên Îraqê li şerê dijî terorê.
Bi sedema êrîşên xwekujî û çekdarî li dijî avahîya asayişa herêma Kurdistanê roja Yekşemê, heft endamên asayişê û tevaya êrîşberan hatin kuştin.