Amerîka naxwaze Îran beşdarî Cenevre-2 bibe

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî El Ahdar Brahîmî bernameya konferansa Cenevre-2 ya li bajarê Montro ku wê di 22’ê Çileyê de pêk were, zelal kir. Brahîmî diyar kir ku di warê beşdariya Îranê ya di konferansê de, Amerîka nehatiye razîkirin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî El Ahdar Brahîmî, lîsteya welat û saziyên navneteweyî yên ku dê beşdarî Konferansa Cenevre-2 bibin, aşkera kir. Rûsya û Amerîka ku bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin, di warê beşdariya Îranê ya di konferansa Cenevre-2 de li hev nekirin.
Brahîmî piştî çend civînên li ser amadekariyên konferansê, li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Brahîmî diyar kir ku derbarê beşdariya Îranê de hê biryar nehatiye dayîn û got nîqaşên di vî warî de berdewam in.
Brahîmî da zanîn ku di konferansê de tevî Neteweyên Yekbûyî, pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereb, Yekitiya Ewropa, Rêxisitna Hevkariya Îslamî, Cezayîr, Brezîlya, Kanada, Danîmarka, Misir, Almanya, Hîndîstan, Endonezya, Iraq, Îtalya, Japonya, Urdun, Kûweyt, Lubnan, Fas, Norwêc, Umman, Qatar, Erebîstana Siûdî, Efrîka Başûr, Spanya, Swêd, Swîsre, Tirkiye û Emaretên Ereb ên Yekbûyî dê cih bigirin.
Brahîmî ragihand u mixalîfên Sûriyê hê ne amade ne navên heyetên xwe aşkera bikin. Nûnerên Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalîfên Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku wan bi hêzên mixalîf ên din ên li Sûriye û derveyî welat re hevdîtin kirine.
Konferansa ku dê li bajarê Swîsre Montro di 22’ê Çileyê de bi beşdariya welat û saziyên navneteweyî yên hatine vexwendin destpê bike, wê piştî rojek navberê di 24’ê Çileyê de li Cenevreyê bi mizakereyên Brahîmî û aliyên Sûriyeyî berdewam bike.
Kurd jî bo bi heyeteke hevgirtî beşdarî konferansa Cenevre bibin, hevdîtinan dikin. Li Hewlêrê di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de civîn tên lidarxistin. Di vê navberê de Serokê Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê Ehmed El-Cerba ji AFP’ê re axivî û got ENKS dikare di nav koalîsyonê de beşdarî Cenevre-2 bibe.
Basnews