Amûdê: YPG çalakvanan direvîne

Amûdê: YPG çalakvanan direvîne

20ê hizêrana (June) 2013ê – Di 17ê hizêrana 2013ê de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Welat Ismaîl el-Umerî (çalakvan û alîgirê Encûmena Niştimanî ya Kurdî), Serbest Necarî (endamê Hevrêziya Amûdê) û Dêrsim Edhem Umer (endamê ketîbeya şehîd Tehsîn Memo ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê) revandin. Ew revandin pêkhatin gava ku YPG operasyoneke berfereh li Amûdê birêve dibir: YPG hejmarek mezin ji nuqteyên kontrolê danîn herweha wan dikan û malên kesên sivîl teftîş kirin. Çend komên ciwanan herweha Encûmena Niştimanî ya Kurdî di navbera 17 û 20ê hizêranê de bang kirin ji bo kombûnên protestoyê li Amûdê. Li gor medyayên nêzîkî PYD kiryar girêdayî êrîşên li ser »bazirganê dermanên bêhişkirinê« ye.

 

KURDWATCH