Angolayê Îslamiyet qedexe kir

Angolayê Îslamiyet qedexe kir

Hikûmeta Angolayê daxuyand ku ew îslamiyetê weke olekê pesend nakin û ji ber hindê jî dest bi girtin û hilweşandina mizgeftên li welatê xwe kir.

Li welatê başûrûrojavayê Efrîqa Angolayê hikûmetê daxuyand ku ew îslamiyetê ne weke olekê weke kultekê dibînin û ji ber vê jî hemû tiştên bi îslamê ve pêwendîdare, qedexe bikin.

Li gor nûçeyên ajansên cîhanî di destpêka meha Mijdarê de mislimanên li vî welatî dema ku dîtin mizgeftên li bajarê Luanda dihêne xirakirin şok jiyan kirin. Di roja 3 Mijdarê de hikûmeta Angolayê diyar kir ku dê mizgeftan hilweşînin. Hikûmetê bi fermî di radyoyan de diyar kir ku ew dê rê nedin îslama tundrew û îslamê jî weke ol pesend nekin.

Roja 19 Mijdarê wezîrê karên kulturî Roza Cruze Silvia daxuyaniyek belav kir û got ku îslamiyek ji aliyê wezareta edelet û mafê mirovan ve nehatiye qebûl kirin û ji ber vê jî biryar dane hemû mizgeftan bigrin.

Li herêma Luanda ji bo hilweşandina du mizgeftan jî fermaname şandine şaredariyan.

95 ji % şêniyê Angolayê Xiristiyanên Protestanin. Li vî welatî hejmara şeniya misilmanan 80-90 hezar kesin.