Aras ligel 4 hezar zarok sitranê liser serxwebûna Kurdistanê dibêje

Aras ligel 4 hezar zarok sitranê liser serxwebûna Kurdistanê dibêje

Video Kilîpeke “Kurdistana Min“ nûtirîn berhemê hunermend Aras Fatîh e, kû bi siponseriya wezareta karûbarê Şehîd û Enfalkiryan a Hukûmeta Herêma Kurdistanê hatiye berhemanîn.   “Kurdistana Min“ sitraneke niştîmaniye, beşek ji nivîsa wê ji nivîsa helbestvanê Kurd Ebdula Beşêw e, û beşa din ya Hogir Fatîh û Pêşmergeyekî ne naskirî nivîsiye, awaza wê ji aliyê Hogir Fatî Resûl ve hatiye hûnandin.Ev goranî di çarçoveya çalakiyên salvegera 25 saliya Cînosayîda Xelkê Kurdistanê, kû li jêr Dirûşma “Le Fermêskewe bo Hîwa- Ji Rûndikan Berû Hêviyê“ bi serpereştiya wezareta Şehîd û Karûbarê Enfaliriyan tê birêveçûn, weke Video Kilîp hatiye berhem anîn, nêzîkî Çar hezar zarok ji parêzgeha Hewlêr , Silêmanî, Duhok û Kerkûkê hatiye girtin. Karê teknîkî, yê vê kilîpê, li ser şêwaza kurte filmekî sînema ji aliyê sitafekî pirofeşinal ve bi nutirîn teknîk hatiye toramkirin.Rêvebirê berhem û Sînarioyê Aras bi xweye, Cengo Derhênerê Kar bûye û Menhel Endrawiş rêvebirê wênegirtinê bû.Sînarioya vî filmî behsa wê dike, kû çend kur û keşên xwendevanên Kurdin, bi hevkariya Mamosteyê xwe kû Aras rola wê digre, bê kû hayê kesî jî hebe, ahenga ragihandina Dewleta Kurdî Serbixwetiya Kurdistanê saz dikin.

PNA