Arinç: Helîkoptera Suriyê me xist

Arinç: Helîkoptera Suriyê me xist

Alîkarê serokwezîr û berdevkê hikûmeta AKP’ê Bulent Arinç diyar ku helikoptera Sûryê ya li ser sînorê Reyhanliyê ji aliyê balefirên wan ve hatiye xistin.

Piştî civîna desteya wezîran ya Tirkiyê Bilend Arinç daxuyanî da û diyar kir ku helîkoptera Sûriyê ya Mİ-17 ji liyê balefirên wan ve bi muşekan hatiye lêxistin û helîkopter ketiye ser axa Sûriyê. Arinç wiha got: ’Helikopter 2 kîlometreyan ketibû nav sinorê Tirkiyê. Ji aliyê hêzên parastina hewayî ve li ser hev hat şopandin. Helîkopterê sînor derbaz kir, balefirên me yên ku ji Meletyê rabûn bi mûşekan lêxistin û helîkopter kete ser xaka Sûriyê.’

Der barê peymana li ser Suriyê jî Arinç daxuyand ku li hevkirina Emerîka û Rusyayê nabe bersiva pirsgirêkan. Arinç got ku rapora ku lîjneya lêkolînên çekên kimyewî dane Ban Kî Mon ew hêbetî nekirine û diyar kir ku çi gumanên wan nînin ku rejîma Suriyê çekên kimyewî bi kar neanî be. Arinc îdîa kir ku helwesta Tirkiyê ya li ber rewşa Suriyê helwestek mirovene ye.